Kazaxistan.. Pevçûn didome û zêdeyî 5 hezar kes hatin girtin

Cîhan 10:53 AM - 2022-01-09

Berpirsên bajarê Alma-Ata gotin ku li bajêr aramî çêbûye, lê hîna hin komên çekdar hene ku bi tundî li berxwe didin û bi hêzên ewlekariyê re yên ku li seranserê bajêr hatine bicîh kirin şer dikin.

Di çarçoveyeke pêwendîdar de wezareta navxwe ya Kazaxistanê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara girtiyên beşdar di serhildanên Kazaxistanê de gihîştiye zêdetir ji 5.1 hezar kesî.
Wî her wiha got, "Herwiha nêzîkî 300 kes hatin girtin di dema hewildanên derbasbûna neyasayî ya sînoran de, û dest danîn ser çek û milkên dizî di nav de telefon û diravên navxweyî û biyanî."
Ji aliyê din ve Wezareta Karên Hundir amaje bi wê yekê jî kir, ku di dema xwepêşandanê de 16 kes hatine kuştin û zêdetirî 1,3 hezar polîs, pasdarên niştimanî û leşker jî birîndar bûne.
 Serokomarê Kazaxistanê Qasim Jomart Tokayev got: tekez kir ku kesên ku tevliheviyê çêdikin wê bêne cezakirin, destnîşan li ser wê yekê kir ku kesên biyanî li pişt vê yekê ne.
Ji destpêka meha Çile ve, Kazakistan bûye şahidê xwenîşandanên girseyî ku bi tundûtûjîyek berbelav pêk tê, û di destpêkê de ji bajarên Zhanauzen û Aktau bi xwenîşandanan li dijî du qatan nirxê gazê dest pê kir.


PUKmedia/Ajansan

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket