Huneremndên zehmetkêş destanan diafrînin û nûjen dikin
Nêrîn 11:30 AM - 2022-01-07
Hunermendên me dikanin gelek destanan bidin avakirin û bi taybet ew çîrokên ku ji bav û kalan ve hatine gotin ku dewlemendiyên dîroka me didin nîşandin.
Hunermend dikane vê karî pêkbîne û bi taybet ew huneremndên dengxweş û hizir baş û xwediyên kesayetiyên naskirî û ji aliyê civakê ve pejirandî, ew dikanin gelek çîrok û biserhatiyên gelê me, ji dîrokê re bibêjin, û nivîsskar û rojnamevan jî, dikanin, wan berheman bikin beşa dîrokê.
Ev demeke ez Hunermendê kurd ê Efrînî rêzdar Aslan Can nas dikim û rêz jê re nîşan didim, bi taybetî ji berhemên wî û ew kilîpa derbarê Efrînê de ku rastiya êş û zehemtî û xweşî û nexweşiya xelkên me ên Efrînê dide nîşandan û ji dil, ew kilîp daye sazkirin û bi wê rengî, huneremnd Aslan Can xwe daye selamndin ku huneremndekî kurdperwer û Efrînperwer e.
Aslan Can û stran min bîriya te kirî Efrîn a min, nimûne ye, ev yek ji hemû huneremendên kurdperwer tê xwestin ne tenê ji huneremnd (Aslan Can). Ji ber ku birîna Efrînê ne tenê ya Efrîniyan e, lê birîna Efrîn birîneke kûr û bê dermane jji hemû gelê kurd û Kurdistanê re.
Hunermendê kurd ê Efrînî li bajarokê Şiyê yê ser bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jidayîkbûye û ji ber dengxweşî û jêhatbûna xwe, dest bi karên hunerî kiriye û di wê karî de, bi awayekî li berçavan serkeftî bû ye û hîn jî di karên xwe de dirêjpêder e.
Wek em hemû dizanin ku hunermendê Kurd ê Efrînî yê naskirî û hezkirî Aslan Can, piştî dagîrkirina herêma Efrînê, ew li gel hevjîna xwe û 2 ji endamên malbatê ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ku xwe bi opozisyona Sûrî didin nasîn ve hatibû girtin, lê piştî lêdan û eşkenceyeke bê sînor, dema ku rewşa tenduristiya wî têkdiçe, ew tê berdan û piştre jî, berê xwe dide Herêma Kurdistanê û niha jî, li Hewlêr dimîne.
Hûn dikanin strana hunermend Aslan Can a li ser Efrînê ku kezeb û cegerê mirovan dişewitîne ji ber ku pir ji dil û hestên xwe ên netewî û Efrînî tîne ser ziman li vir guhdar bikin..
Hozan Efrînî
hewal ziyatr
-
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
11:16 PM - 2024-04-30 -
Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
05:58 PM - 2024-04-30
zêdetir tamaşe bike
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
01:36 PM - 2024-05-01
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
12:14 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
Kurdistan deyndarê kedkaran e
Kurdistan 10:36 AM - 2024-05-01 -
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
Kurdistan 11:16 PM - 2024-04-30 -
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 -
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2024-05-01 -
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01