Talebanî û Bruno Antonio li ser diyalogê kirin

Kurdistan 06:44 PM - 2021-11-28

Qubad Talebanî û Bruno Antonio tekez li ser çareserkirna pirsgirêkan bi riya diyalogê kirin.

Îro roja yekşemê 28-11-2021`an li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, cçgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwazî li balyozê Îtalya li Êraqê Bruno Antonio kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, herdu aliyan li ser rewşa dawî û pêşhat û pêşketinên li Êraq û Herêma Kurdistanê û ew kosip û astengiyên di navbera Herêma Kurdistan û Êraqê de hene bi riya diyalogê bêne çareserkirin gotûbêj kirin.

Her di wê dîdarê de, berpirsê rêvebiriya peywendiyên derva ê Herêma Kurdistanê Daban Şudle û konsilê Îtalya li Herêma Kurdistanê Mîkilî Kamîrona, derbarê hilbijartinên ku li Êraqê birêve çûne û qonaxa piştî wê û çawaniya damezrandina hikûmeta nû û ew astengiyên ku li pêş hene, tev  li ser çareserkrina bi riya diyalogê tekez kirin.

Her aliyekî din ê wê hevdîtinê ew bû ku çaksazî û pêngavên wê ku di Herêma Kurdistanê de birêve diçin hat rojevê û ji aliyê konsilgeriya Italiayê ve bi başî hate dîtin û piştgirî lêkirin.
Derbarê rewşa koçberan û penaberan de, ne tenê yên li ber sînorê Belarûsyayê, lê li hemû cihên ku ên Herêma Kurdistatn û Êraqê lê mane û dimînin, derbarê çareserkirna jiyana wan û bilindkirina asta aboriyê ji bo xizmertkirina wan hate gotûbêj kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket