Nêçîrvan Berzanî daxwaza xurtkirina hevkariyê di navbera Pêşmerge û Artêşê de dike

Kurdistan 11:42 AM - 2021-11-28

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa terorîstî ya ku li devera Germiyan li dijî hêzên Pêşmerge pêk hatibû, daxuyaniyek belav kir û têde wiha got:

Ez sersaxiyê û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîdên qehreman ên şeva derbasbûyî de dikim ku di êrîşeke terorîst li navçeya Goleco de jiyan ji dest dabûn
Ji Xweda yê mezin hêvî dikim ku bi dilovaniya xwe ruhê wan şad bike û sebir û binfirehiyê bide malbat û kesûkarên wan ên birêz û ji bo pêşmergeyên birîndar jî cansaxiya lezgîn dixwazim.
Berfirehbûn û berdewamiya êrîşên DAIŞê peyameke cidî û metirsîdare, û metirsiyeke rasteqîne li ser navçeyê dike, ji ber wê jî hevkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û artêşa Êraqê bi piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî pêwîste.

Em daxwaz dikin ku bi beşdarbûn û piştevaniya hêzên hevpeymaniya navdewletî hemahengiya heyî ya di navbera rayedarên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Federal de zêdetir were aktîvkirin û berfirehtir bibe, ji bo rûbirûbûna rêxistina DAÎŞê .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket