Şeş cêwî rojekê piştî jidayikbûna xwe li Hewlêrê mirin

Kurdistan 09:03 AM - 2021-10-28

Hat ragihandin ku 6 cêwiyên ku roja Sêşemê jidayîk bibûn piştî rojekê mirin , Rêveberiya Nexweşiyên  Jinan li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku: Li nexweşxanê jinekê di sikekî de 6 zarok anî ku 5 law û yek jî keç e.

Daxuyaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku her şeş zarok di 5 mehekiyê de jidayîk bibûn û gotibûn tenduristiya wan û dayka wan başe, lê piştre 2 zarokan jiyan ji dest dan û dûra yên din jî hemû mirin.
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku rewşa tenduristiya dayka zarokan ber bi başiyê ve diçe lê hîn di bin çavdêriya pijîşkî de ye.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket