Partiya Sosyal demokart a Almanî bi YNKê re karên hevbeş dike

Kurdistan 06:05 PM - 2021-10-23

Partiya Sosyal demokart a Almanî wê bi (YNK)ê re  kar û xebatên hevbeş bike..

Li gorî bersiva Partiya Sosyal demokart a Almanî li ser peyama pîrozbahiya YNKê ku daxwazek arasteya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir ku têda daxwaz dikin ku li gel YNKê dest bi kar û xebatên hevbeş bikin.
Her weha piştî ku Partiya Sosyalîsta Demokrata Almanî di hilbijartinên dawiyê de serkevtin tomar kir û ji ber peywendiyên cêwî li gel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê  heye ku herduk endamên hevpeymana pêşverû ne û endamên rêkxistina sosyal a navnetewî ne daxwaza dubare bi hev re karkirin û xebatên hevbeş kiriê kirin.

Ji bo wê yekê, endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê mekteba peywendiyan ê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Dr. Soran Cemal Tahir peyameke pîrozbahiyê bi navê YNKê arasteya Partiya Sosyalîst a Demokrata Almanya kir û têda pîrozbahî li serkevtina partiyê û li rawêjkarê nû ê Almanyaê ku ji aliyê partiya wan ve ahtiye namzet kirin kir û serfirazî ji kar û xebatên wan re xwest.

Ji aliyê xwe ve jî, Partiya Sosyalîst a Demokrat a Almanî spasiya berpirsê mekteba peywendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê kir û daxwaz kir ku di kar û xebatên hevbeş de dirêjpêder bin û kêfxweşiya xwe anîn ser ziman ku dikanîn baweriya gelê Almanî bi dest bînin û di hilbijartinan de bi serkevin.

PUKmedia-Ragihandina mekteba peywendiyan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket