Du girtiyên Behdînanê wê bên azad kirin

Kurdistan 06:39 PM - 2021-10-19

Dadgeha Hewlêrê biryar da her du çalakvanên Behdînanê bêne azad kirin.
Dadgeha tawanê a Hewlêrê biryara zîndanîkirina herdu çalakvanên sivîl Bedel Birwarî û Umêd Biroşkî bo heyama yek sal da.

Di wê barê de, tîma berevaniya ji ber çalakvanan Bedel Birwarî û Umêd Biroşkî di heyama kongireya rojnamgeriyê de ku PUKmedia`yê jî dişopand aşkire kir ku ew madeya ku wan tawanbar dike a 222 ji yasay sizadana Êraqê biryara girtina wan bo heyama yek salê da.

Her weha di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, tîma wan çalakvanan aşkire kir ku ji ber nebûna ti belgehên rasteqîne li ber destên wan, dadgehê gelek tawanên li ser wan hebûn pûç kirin.

Her ji ber ku ew herduk heyama salekê derbas kirne, li gorî yasayê daghehê biryar da ku herduk çalakvan bêne berdan

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket