Hewldan jibo vegerandina hemû Koçberên Êraqî ji Tirkiyê

Êraq 09:08 AM - 2021-10-17

Wezareta Koç û koçberiyê hûrgiliyên vegera zêdetir ji 1000 koçber Êraqî ji Tirkiyê aşkire kir,destnîşan li ser hebûmna planeke ji bo vegera hemû koçberên li Tirkiyê.

Berdevkê wezaretê Elî Ebas Cihangîr di belavokekê de got mijara vegerandina koçberan ji Tirkiyê ev zêdetir ji 2 sal e,destnîşan kir ku wezareta koçberiyên bi hevhangiya di gel wezareta veguhastina Êraqê û di heyama balyozxaneya Êraqî li Enqere û ofîsa  koçberiyê li nav balyozxaneyê , herweha havkariya bi rêxistinên ewlekariyê li deverê birêve diçe.

Herweha Cihangîr got hikûmet bang li koçberên Êraqî bi taybet yên ku piştî dagirkirina DAÎŞê çûne Tirkiyê kir ku vegerin welêt, li ser hesabê dewletê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku di deriya Ibrahîm Xelîl re û bi serpereştiya balyozxaneya Êraqî welatiyên Êraqê ji bo welêt hatine veguhestin, balkişand ser wê yekê ku berî korone geşt ji Enqere heta Bexdadê bi heftene bû ji ji ber vîrusê hate rawestandin.
Derbarê hejmara vegeriyan jî Cihangîr got zîdetir ji hezar kesî ji Nînewayê ne hatine veguhastin ji ber nêzîkî sînor e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket