Li Hesekê mayîneke bombebarkirî hat bêbandorkirin

Cîhan 12:54 PM - 2021-10-03

Pisporên bombeyan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Cizîrê li kantona Hesekê bombeyek, beriya ku biteqe bê jihev kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de got, “Hêzên me yên ewlehiyê li bajarê Heskeê rê li teqîneke terorî girt. Piştî şopandinê û li gorî agahiyên ewlehiyê duh pisporên bombeyan bi hevkariya Ewlekiya Giştî ya herêma Cizîrê mayîneke bombebarkirî ya ji bo teqandinê hatibû amadekirin jihev kir û hate bê bandor kirin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mayîn li xaçrêya Zêbê ya li ser rêya Sefiyê ya bajarê  Hesekê hatibû danîn û bi cîhazekê kontrolkirina ji dûr ve hatibû girêdan, da ku bê teqandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li şêniyên kir ku pê re hevkar, her wiha hişyar û baldar bin û teqez kir ku hêzên wan dê xebatê şopandina şaneyên terorîst û têkbirina wan, dewam bikin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket