Qubad Talebanî: Bavê min wê wek rêberê kurd bimîne

Kurdistan 11:19 AM - 2021-10-03

Serokê Hevpeymaniya Kurdistanî Qubad Talebanî pişt rast kir ku wê li ser nêzîkatiya Mam Celal bimînin, û mirina wî bi  windahioyeke mezin bi nav kir.
 
Qubad Talebanî di peyama xwe de a bi boneya çaremîn salvegera koça dawiya bavê xwe Mam Celal de got:
bavê min ê delal ..

Çar sal di ser çûyîna we re derbas bûn, lê windahiya we valahiyeke mezin li pê xwe hêşt ,tenê canê te ji me dûrketiye û di heyama vê demê de me girîngî û cih û bandore jiyana we ya siyasî fêm kir ,li gor kar û xebata me ya domdar em nikar in cihê we bigrin.
Qubad Talebanî kurê serokê nemir Mam Celal di peyama xwe de got: Em bi çûyîna we xemgîn in, lê em gav bi gav çeksaziyê dimeşînin, berî ku tu digel hevalê xwe Kek Newşîrwan Mistefa dest ji dunyê berdin, xewneke we ê yekîtî û vegerandina biratiya berê hebû, niha em ber bi pêkanîna wê xewnê ve diçin, Yekîtî Niştimanî û Tevgera Goran yek enî û hevpeymana siyasî ne.

Bavo, ji bo rizq û jiyaneke baştir, me li hemû deriyên Bexdadê da û li her derê em bi mîrata Mam Celal serbilind bûn. Gelek spas ji bo wan têkiliyan, hezkirin, rêz û teqdîrkirina ku we hiştiye, me hest kir ku beşek mezin ji wê rêz û teqdîrê ji bo we ye.
Qubad Talebanî di peyama xwe de tekez kir: Em nikarin wê valahiya ku we hiştiye weke ku divê dagirin, lê em ê di her kêliyê de nekevin û tu yê bimîne serkar ji me re.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket