Tevgera bazirganî di deriyên sînorî yên herêmê zêde bû ye

Kurdistan 12:29 PM - 2021-09-30

Rêveberê Giştî yê Gumrikê li Herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman îro Pêncşemê piştrast kir ku tevgera bazirganî û dahatên deriyên sînor rastî zêdebûnek berbiçav hatiye.

Ebdulrehman di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, " Di vê mehê de tevger û çalakiyên bazirganî di  rêya deriyên sînorî yên li Herêma Kurdistanê gelekî zêde bûne, ku bû sedema zêdebûneke berçav a dahatan."

Wî her wiha diyar kir, "Di heyama dawîn de, û ji ber komek tedbîrên taybetî ji bo deriyên sînorî yên herêmê ji ber vîrûsa korone, bazirganan berê xwe dan deriyên sînorî yên Êraqî û ji ber vê yekê rêwerzan û agahiyên nû ji wan re hatin dayîn,ku bû sedema hêsankariyê ji çalakiyên wan re ".

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket