Mahkima gur û rûvî ya Zinarê Xemo

Wêje û Huner 06:34 PM - 2021-09-27

 Mahkima gur û rûvî

Gur qare-wara wî bû, digot diz ketiye mala min, mala min rût kiriye, şika min ji rûvî ye.Rûvîyek cîranê gur bû. Navê rûvî dizek û nerind belav bûbû. Gur digot:

-Hebe tune be dizê min rûvî ye.

Rûvî jî sond dixwar, digot ez neketime mala gur. Min diziya gur nekiriye.
Ji bo ku heq û neh ji bigerînin mahkime hat danîn. Meymûn bû qazî. Gur û rûvî derketin huzûra meyymûnê. Gur got:

-Rûvî ketiye mala min, çi xwarin di mala min da hebû giş diziye.

Rûvî got:

-Gur bêbextiyê li min dike, ez neketime mala wî, min tiştekî wî nediziye.

Gur bênabên dikir qîjewîj, digot hutul-batil dizê min rûvîye, dibê ez wî ceza bikim. Dengê rûvî û gur, meymûn ji guha kiribû.

Meymûn pir aciz bû, dikir, nedikir nikanîbû dengê gur û rûvî bibire. Dawiya dawî meymûnê bi hêrs dengê wan birî û biryara xwe diyar kir:

-Ez ji berê û ber da zanim hûn herdu çi mal in. Diz neketiye mala gur û tu tiştekî gur nehatiye dizîn. Gur bêbextiyê li rûvî dike. Diz neketiye mala gur.

Erê rast e karê rûvî dizî ye, lê vê carê diziya gur nekiriye. Lema jî gur neheq e, rûvî bi heq e, rûvî azad e.

Çêroknivîs; Zinarê Xemo

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket