Roja vejîna gulan

Wêje û Huner 03:54 PM - 2021-09-20

Çardehê du roja gulan e
Roja pir bîn hêlan e….
Lêdana dilan…
Livên lêvan…
Çêra çavan…
Çardehê du roja filan
Roja vejîna gulan…
Xelat û mizgîndan
Bi nameyên dildazan
Ji çareh damarên Valentine…
Bang dikin…
Hawar dikin…
Bi parêzin hevjînî…
Bi parêzin bawarî..
Bi parêzin reng sorî
Bi parêzin çardeh gulî
Çardeh gulên sor bo te
Çardeh maçên jor bo te
Çardeh nirînên kûr bo te
Çardehê du roja vejîne
Tev xelat û mizgîne…
Li ser dîwarên zîndan
Li serdemên berwedan
Eşkençeyên roman
Jan lit e bû bi jiyan
Xweşewîstî bû derman
Li roma û cîhan
Nema hebe ziyan
 I love you  yan
I mîs you yan…
Jibona her lawikî can
Her keçikî can
Bi bîr bînin …
Roja Valentine…
Bikin bi…
Hevdilan…
Evîndaran…
Gulsoran…
Li her çar alîyên Kurdistan
Ji daristanên bejna te
Ji baxistanên jîna te
Lîlî…
Qêrî…
Gazî dikin…
Nefret li rêgiran…
Nefret li neyaran…
Nefret li dijberan…
Ger tu qeşebê…
Ger tu kur law bê…
Ger tu Valentine bê
Gulên sor rengê te ye
Maçên jor lêvên te ye
Nirînên kûr çavên te ye
Çardehê du roja gulan e
Roja xelat û rêdan e

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket