Li zanîngehek Rûsiyayê êrîş, qurbanî hene

Cîhan 12:06 PM - 2021-09-20

Wezareta Navxwe ya Rûsyayê ragihand ku êrişeke çekdarî li Zanîngeha Perm çê bûye. Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî eşkere kir ku di êrişa çekdarî de 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.

Li zanîngeha li bajarê Perm a Rûsyayê, îro, kesekî êrişî xwendekar û xelkê derdorê kir. Li gor zanyariyên ku ji aliyê zanîngehê ve hatine belavkirin, kesekî êrişkar li nav avahî û kampusa zanîngehê gule li derdora xwe reşandin.

Rêveberiya zanîngehê bi rêya torên civakî hişyarî da ku kesên li nav zanîngehê ku yan avahiyê bicî bihêlin an jî xwe di odeyekê de veşêrin û ti kes nekeve nav zanîngehê.

Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û ragihand, di encama wê êrişa çekdarî de li gor zanyariyên destpêkê, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 6 kes birîndar bûne.

Herwiha li gor vîdyoyên ku li torên civakî belav bûne, xwendekar û kesên din ên di wê avahiya zanîngehê de, xwe ji pacerên avahiyê diavêjin xwarê.
Bloggerê navdar Mike Eckel jî vîdyoyek ji cihê bûyerê weşand û li ser nivîsî: "Raporên gulebaranek din li dibistanek li Rûsyayê; vê carê li Zanîngeha Dewletê ya Perm. Ajansên Rûsî dibêjin qurbanî hene."
PUKmedia/Ajansan

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket