Silêmanî; Jineke Kobanê jiyan ji dest da

Jin 04:23 PM - 2021-09-13

Jineke Kobanê li Silêmaniyê jiyan ji dest da û wê bişînin bo Kobanê.
Li bajarê Silêmaniyê di nexweşxaneya Şar a hikûmî de, jineke Kobanê bi navê Fadîle Mistefa Eyne bi nexweşiyeke kutûbir jiyana xwe ji dest da.
Di wê barê de, nûnerê Encûûmena Penaberên Rojavayê Kurdistanê li navçeya Sîtekê Ebdulah Kobanê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku îro roja duşemê 13-9-2021`an li bajarê Silêmaniyê jineke Kobanê ku li Sîtek nîştecih bû, ji ber nexweşiyê anîn bo nexweşxaneya Şar, lê mixabin jiyana xwe ji dest da.
Kobanê aşkire kir ku terma wê jinê radestî navenda tenduristiya dadwerî ya Silêmaniyê hat kirin tako kar li serr amadekirinê bikin û bişînin Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Kobanê bi axê bispêrin.
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket