Hesen Elewî; Helebçe Hîroşîmeya Kurdistanê ye

Kurdistan 06:33 PM - 2021-08-03

Hesen Elewî di gotareke xwe ya kongireya rojnamegeriyê de wiha got; Helebçe Hîroşîmeya Kurdistanê ye
Îro roja sêşemê 3-8-2021`an , nivîskar û rewşenbîrê ereb ê mezin Hesen Elewî serdana parêzgeha Helebçeyê kir û ji aliyê parêzgarê Helebçe Azad Tofîq ve hat pêşwazî kirin.
Di wê barê de, parêzgarê Helebçe Azad Tofîq pesna Hesen Elewî û piştgiriya wî ji doza kurdî re da, piştre jî serdana menomenta Helebçeyê kirin û li wir dest bi lidarxistina kongireyeke rojnamegeriyê kirin ku tê de nivîskar Hesen Elewî derbarê kareseta Helebçeyê de wiha got; Gelo cudabûna di navbera Hîroşîma û Helebçeyê de çi ye.? Helebçe ew Hîroşîma ye, Lê tenê qurbanî ji neteweya kurd in.
Nivîskarê mezin ê ereb Hesen Elewî di dirêjahiya axiftina xwe de, bang li hikûmeta Êraqê kir ku pêwîste rewşa Helebçeyê li ber çavan bê girtin û kursiyên Helebçe di parlemanê

de hebin tako qerebuya wan karesetên bi ser wan de hatine bê kirin.

Hûn dikanin li vidyo binêrin...

-PUKmedia-Ferhan Heme Can

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket