Li Rojavayê 29 kesên nû bi Koronayê ketin

Agadarî 02:37 PM - 2021-07-26
.

.

Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser îro roja duşemê 26-7-2021`an, ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 29 kesên din bin Koronayê ketine.

Her weha di wê barê de, Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa bi riya belavokekê aşkire kir ku kew welatiyên bi vîrusa Koronayê ketine 15 ji wan kesan mêr in, her weha 14 kes jî jin in û li navçeyên ku li jêr amaje pêhatine kirin in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 11

Dêrik: 13

Tebqa: 1

Minbic: 1

Mistefa diyar kir ku kesek baş bûye.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 18 hezar û 642 kes bi Koronayê ketine, 764 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 891 kes baş bûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket