Tenduristiya Herêmê; Asta pêketiyan pîvan derbas kir

Agadarî 02:29 PM - 2021-07-26
.

.

Wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê da ragiahnd; Asta pêketiyên bi vîrusa Koronayê jimareya pîvan derbas kir.

Di wê barê de, îro roja duşemê 26-7-2021`an, di heyama lidarxistina kongireyeke rojnamegeriyê de, Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê, ragiahnd ku asta pêketiyên bi vîrusa Koronayê li sertanserî Herêma Kurdistanê, jimareya pîvanê derbas kirî.

Di wê kongireya rojnamegeriyê de, wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr.Saman Berzencî ku PUKmedia`yê dişopand tê de got; Li Herêma Kuridstanê 3559 rewşên nû bi Koronayê hatine tomar kirin di heyama 24 demjimêran de û li gel wê jî, 13 rewşên mirinê jî hene û ev rewş metirsiyeke mezin li ser Herêma Kuridstanê dirust kiriye.

Wezîrê tenduristiya Herêma Kurdistanê di dirêjahiya axiftina xwe de, aşkire kir ku piraniya pêketiyên bi vîrusa Koronayê li parêzgeha Duhokê ne ku hejmara pêketiyan bi 3 caran ji hejmara başbûnan bêhtir e. Ji ber wê jî, ji welatiyan daxwaz kir ku êdî haje xwe bikin û xwe biparêzin û qerbelexiyê nekin û li gorî rênma û perspektîvên tenduristiya Herêma Kurdistanê biçin û pabend bin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket