Sûriye di navbera hilweşîna aborî û têkçûna siyasî de

Nêrîn 12:09 PM - 2023-08-30
Fethulla Husênî

Fethulla Husênî

Piştî salên şerê navxweyî li Sûriyê, aboriya welat têk çû, bi taybet di vê dawiyê de bi sedema cudabûna tam di navbera navçeyên rêveberiya xweser û deverên di bin kontrola hikûmeta Şamê de, ku berê hemahengiya aborî ya baş di navbera wan de hebû, lê serhişkiya Şamê para welat ji dahata navçeyên xweser kêm kir ji ber berteka rêveberiya xweser a li hember plan û xeyalên Şamê yên ji bo vegerandina kontrola van herêman.

Raporên meydanî amaje bi wê yekê dikin ku rewşa nebaş a jiyanê û siyasetên xirab ên hikûmeta Şamê hêrsa xelkê zêde kiriye ku ev yek di van rojên dawî de di nav welatiyên Sûriyê bi giştî de diyar bû, di vê derbarê de rojnameya El-Exbar a Libnanî, behsa rewşa nebaş a jiyanê û aborî ya xelkê kir.
Aborînas dibêjin, dibe ku Sûriye bikeve nav krîzeke nû, bi taybetî ku lîreya sûrî ev du meh in dadikeve, lê hikûmeta Sûriyê red dike ku dev ji pirojeya xwe ya bilindkirina nirxê petrolê û benzînê berde berdêla zêdekirina mûçeyên karmend û xanenişînan bo %100.
Ev jî metirsiya tedbîrên dawî yên hikûmetê zêde dike û bandoreke neyînî li ser rewşa aborî û debara malbatên Sûriyê nîşan dide ku ji aliyê civakî û tenduristiyê ve westiyayî Di demekê de ye ku Rêjîmê ti destpêşxeriyek ji bo sivikkirina barê rewşa aborî li ser welatiyên welat negirtiye.
Tevî siyaseta "nezelaliyê" ya di navbera Şam û rêveberiya xweser de û paşeroja ne diyar a di navbera wan de. Lê asayîkirina rewşa navxweyî dê di warê aborî de barekî giran ji ser Şamê rake, herwiha dê gelek hewlên siyasî li ser rêveberiya xweser vegereji bo danûstandineke çaverêkirî, piştî gelek hevdîtinên têkçûyî yên di navbera her du aliyan de.

PUKMEDIA

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket