Mamosteyek xaniyê xwe dide Hîwa

Agadarî 05:22 PM - 2021-07-10
.

.

Mamosteyek xelkê Silêmaniyê wek alîkarî xaniyê xwe dide bi nexweşxaneya Hîwa ya nexweşiyên şêrpenceyê.

Li bajarê Silêmaniyê ji ber nelibariya rewşa aborî ya nexweşxaneya Hêwa ya nexweşiyên şêrpenceyê, mamosteyekî kurd bi navê mamoste Selîm Hacî Tofîq xaniyê xwe wek diyarî û alîkarî pêşkêş bi nexweşxaneya Hîwa kir.

Hêjayî gotinê ye ku nexweşxaneya Hîwa wek yekemîn nexweşxaneya li ser asta Herêma Kurdistan û Êraqê ye ku taybete bi nexweşiyên şêrpenceyê ku di van demên dawiyê de rastî aloziya aborî hatiye û niha jî hêdî hêdî dest bi alîkariyê tê kirin piştî, ku hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî serdana nexweşxaneyê kiribû û piştgiriya YNKê jê re dupat kiribû.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket