Swêd piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge piştrast dike

Kurdistan 11:52 AM - 2021-06-23
Swêd piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge piştrast dike

Swêd piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Pêşmerge piştrast dike

Di çarçova seredana xwe ya fermî ya ji Swêdê re, cîgirê karbidestê rêveberiya Têkiliyên Derve li Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dabin Şedle bi Wezîrê Parastina Swêdê Peter Holkves re civiya.

Di civînê nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swêdê Şoreş Qadir amade bû ,mijara piştgiriya Hêzên Pêşmerge û pêşhatên siyasî, ewlehî û rewşa berçav li Herêmê gotûbêj kirin.
Wezîrê parastina Swêdî pabendbûna welatê xwe bi şerê lidijî rêxistina DAÎŞl piştrast kir û got em ji bo şandina şêwirmendan û pisporên leşkerî ji bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge di her wextekê de amadene, şerê lidijî DAÎŞê şereke cîhanî ye ne tenê ya Kurd e.
Cîgirê karbidestên rêveberiya têkiliyên derve tekez kir ku ewlehî û aramiya Herêmê bi civaka navdewletî û Ewropa ve girêday ye,heke kurd şerî terorîstan nekin wê bighînin Ewropayê jî.
Dabin Şedle tekez kir ku pêdivî ye Ewropa bi giştî û Swêd bi taybetî alîkariya rûbirûbûna rêxistina terorîst DAŞÎê û komên lidijî mirovahiyê bike , û tekez kir ku tevî qeyranên darayî, siyasî û tenduristî, ewlehî û aramiya herêma Kurdistanê ji her tiştî girîngtir e û Hêzên Pêşmerge bûne mertal ji bo parastina mirovahiyê û civaka navneteweyî.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket