Êran.. Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi serket

Cîhan 11:42 AM - 2021-06-19
Êran.. Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi serket

Êran.. Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokkomariyê de bi serket

Serokê komîta Hilbijartinan a Komara Îskamî Êran ragihand ku li gorî encamên pêşîn ên hilbijartinên serokkomariyê bi wergirtina zêdetirî 17 mîlyon deng Eyetulla Îbrahîm Reîsî biserket. piştî hesbandina 90% ji dengan ,17 mîlyon û 800 hezar deng ji Reîsî re bûn.

Cemal Aref îro Şemiyê ji nûçegihanan re got ku namzet Muhsin Redaî Mîrqaên 3 mîlyon û 300,000 deng stand, û Ebdul Nasir Hemtî 2 mîlyon û 300,000 deng bidest xist ,lê Amîr Hisên Qadî Zede mîlyonek deng bidest xist.
Hejmara hilbijêrên ku dikarin beşdarî hilbijartinan bibin 59.310.307 kes in, di nav de 1.392.148 kes gihîştine temenê qanûnî (18 sal) ku ev cara yekeme dengê xwe didin.

Hejmara sandoqên hilbijartinên serokomariyê li welêt gihîşt 67 hezar û 450 li dervay welêt, ji bo encûmenên îslamî ya şaredariya û gundan jî 75 hezar. 4 namzetan di ya serokkomariyê de pêşbazî kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket