Bafil Talebanî; Pesna rola konsilê Brîtanî da

Agadarî 07:02 PM - 2021-06-16
.

.

Hevserokê YNKê Bafil Talebanî Pesna rola konsilê Brîtanî yê li Herêma Kurdistanê da.

Îro roja çarşemê li bajarê Silêmaniyê hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî pêşwazî li konsilê giştî yê Brîtanyayê Jamis Sornton kir piştî bi dawîbûna erkên wî li Herêma Kurdistanê kir.

Di wê hevdîtina du qolî de, ku hevserokê YNKê Bafil Talebanî û konsilê giştî Brîtanî bi hev re civiyane, tê de erkên yekbûna hêzên pêşmerge û proseya hilbijartinên pêşwext û erk û xebatên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji bo jihevnêzîkkirina navberên alî û hêzên siyasî bi hûrgilî gotûbêj kirin.

Hevserokê  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Bafil Talebanî di wê civînê de, spasiya konsilê Brîtanî kir û piştgiriya wî ji HerêmaKurdistanê re û alîkjariya ji hêzên Pêşmerge re di heyama kar û erkên xwe li Herêma Kurdistanê gelek girînd û roleke baş lîst.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket