Bafil Talebanî: Em li ser rêça Mam Celal in

YNK 12:09 PM - 2021-06-10
Bafil Talebanî: Em li ser rêça Mam Celal in

Bafil Talebanî: Em li ser rêça Mam Celal in

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî digel hejmarek endamên buroya siyasî û serkirdayetî serdana Navenda Rêxistina Bexdad ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir û ji aliyê  berpirsa navendê Rabîhe Mihemed û endamên Encûmena Navendî ve bi germî hate pêşwazî kirin .

Di civînê de, Talebanî armancên serdana xwe ya bo Bexda û girîngiya civînên xwe di rojên borî de zelal kir û bi hûrgulî bersiva pirsên endamên Navendê da, destnîaşn kir jî ku YNK hîn li gor hemen rih û nerînên niştimanî ya Mam Celal dimeşe ş dixebite ,bawerî bi karê hevbeş heye û pêşwazî li her hewildanek ji bo xizmetkirina berjewendîyên bilind yên gelê me dike û got deriyên YNK ji her hêz û aliyek ku bixwaze ji bo gelê xwe bixebite re vekiriye.
 Talebanî diyar kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Bexdadê xwedan helwestek girîng e, û diyar kir ku xebata siyasî û dîplomatîkî ya Yekîtiyê zêde dibe, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku heta ku em mafên geê dabîn bikin û pirsgirêkan çareser bikin divê ku em erkên xwe çalak bikin ji bo parastina berjewendiyên bilind Ji ber vê yekê Yekîtî ferman da Rêxistinên Bexdadê ku bi hemû hêz, netewe û pêkhateyên li Bexdayê re siyasetek hevpar pêk bînin jibo dabînkirina daxwazên gelê Kurdistanê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku baweriya Yekîtî bi diyelogê û têghîştinê heye ,destnîşan li ser rola wê di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexdad û Hewlêrê de jî kir û got divê ku em di têkiliyên xwe yên dîrokî de pêşkevin .

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket