Naveroka hevdîtina Talebanî û Malikî

Agadarî 07:41 PM - 2021-06-06
.

.

Naveroka hevdîtina Bafil Talebanî û Nûrî Malikî di PUKmedia`yê de bixwîne.

Îro roja yekşemê 6-6-2021`an, li bajarê Bexdadê paytexta Bexdadê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê Bafil Talebanî li gel serokê koalisyona dewleta yasa Nûrî Malikî hevdîtinek pêk anî.

Di wê hevdîtina du qolî de, endamên politburo û encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê jî amade bibûn, derbarê pêşketin û guhertinên siyasî û ewlekarî û aborî û ew aloziyên ku di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta Êraqê de mane bi awayekî berfereh û zelal gotûbêj kirin.

Hevserok Talebanî tekez li ser surbûna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li ser çareserkirina pirsgirêkan ên ku dibin asteng li pêş derbaskirina vê qonaxê û helûmercên heyî, aşkire kir ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê hewil dide ku bi hevpariya hemû aliyan kêşe û aloziyan bi riya diyaloga nîştimanî ku xizmeta hemûyan bike çerser bike.

Her weha hvserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistasnê (YNK)ê  Bafil Talebanî aşkire kir ku bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Êraqê de, wê li ser bingeha pêşketina Herêm û Êêraqê be û pir girînge ku pkvajiyanî û biratî di navbera hemû pêkhatên li Êraqê de be..

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket