Partiya Pêşverû bîranîna (46) saliya Yekîtî Niştimanî Kurdistan pîroz dike
YNK 10:04 PM - 2021-06-01.
Serokên hevbeş ên Yekîtî Niştimanî Kurdistan
(Bafil Talebanî , Û Lahûr Şêx Cengî) berêz
Silaveke rastgo :
Bi babeta bîranîna (46) saliya damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan , Û babeta (45) saliya şoreşa nûjen li Kurdistana Iraqê bi serkirdayetiya serok Mam Celal , Nivîsgeha rêzanî ya partiya me (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê) berê xwe dide we û germtirîn pîrozbahiyan li we û li hemû serkirde û endamên partiya we ya xebatkar dike.
Birayên xoşewîst :
Piştî rêkeftina Cezayirê di sala (1975)an de , Bê gûman Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewşek zor dijwar de hate damezrandin û Çîka şoreşa nûjen pêxist , Û di demeke kurt de Agirê rizgariyê li seranserî çiyayên Kurdistana Iraqê û bajarên wê belav bû, û ardûye wê jî xwîna pakrewanan û rondikên çavên sêwiyan û axînên dayikan bû , Lê di dawiya vê fedekariya mezin de bi keda hemû hêzên siyasî di bereyekê de û bi piştgiriya hêzên navdewletî gelê me li vê perçî Kurdistanê giha azadiya xwe û sîstemeke Federal ava kirin û piştî rûxandina rejîma faşî li Bexdadê hemû simbolên wê, û di destpêka wan de Sedam Husên li hember dadgehê hatin siza kirin.
Hevalên xebatkar :
Em kêfxweşin ku bi were vê bîranînê vedijînin ji ber ku serkirdayetiya partiya me bi hemû pêkanên xwe bi rokelî berçav rabû di piştgîriya rêketina YNKê de , Lewre heval Ebdilhemîd Derwîş yek ji damezrênerên vê patiya bira tê nasîn , Herwiha em serbilindin bi wan peywendiyên dîrokî yên di navber herdu partiyên me de , Ji dema ku serok Mam Celal bi xurtî piştgiriya damezrandina partiya me kir û rawestandina wî li rex damezrênerên partiya me di sala (1957)an de , Piştre ew peywendî bi pêş ketin li ser bingeha serxwebûna biryara rêzanî û rêzgirtina taybetmendiya doza kurdî di her parçeyekî Kurdistanê de.
Di heyva Gulana borî de bi Vexwendineke fermî ji hevserokatiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de şandek ji partiya me serdana bajarê Silêmaniyê kirin û di hevdîtinan de herdu aliyan tekez kirin li ser xurtkirin û parastina wan peywendiyên dîrokî.
Bi hatina vê bîranîna hêja em ji nû de pabendbûna xwe li ser wan peywendiyan tekez dikin , Ew peywendiyên ku li ser destê herdu serdaran (Mam Celal , Kak Hemîd) ji bo xizmeta xebata gelê me û doza netewî ya kurdî hatibûn damezrandin.
Li dawiyê careke din em germtirîn silavan li we dikin û bîranîna damezrandina partiya we ya xebatkar pîroz dikin.
1/6/2021
Nivîsgeha rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25