Wane wergirtin serfiraziyê

Agadarî 11:50 AM - 2021-05-28
.

.

Em çiqas li hemberê alî û rikeberên xwe dilsoz bin, ewqas emê ji gel û doza welatê xwe re ziyanbexiş bin, em çiqas hişmend bin em ê ji bo doz û gel û welatê xwe Kurdistan ewqas sûdbexiş bin .

Ez kêfxweşim bi helwest û nerînên vê jinê ku bi xwe ji dara komên dijber ê rêjîma Sûrî ye, a bi navê Semîre Msealme wek tê zanîn ku dibe ku ji navçaya Horanê be li Darayê.

Lê nizanim ka wê di van helwestên xwe de dirêjpêder be, lê tenê wê wek Ebdulrezaq Îd û Ehmed Kamil û Burhan Gulyon û Heysem Mana û Enwer Bonî û yên din rûya xwe ya ne rewa bide nîşandin.

Bi awayekî giştî û taybetî civaka me a kurd û di nav de rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, pir caran ji aliyê dilsozî û dûr li ramankirin û bîrkirina kûr biryaran li ser helwestan didin û bi bê li berçavgirtina tişên ku wê di demên pêş de bêne holê.

Ji ber wê jî em her dem dikevin kêmasiyên caran û dûr dikevin li rastî û li wergirtina waneyan ji dîroka derbsbûyî. Tako em nekevin kêmkurtiyên berê, pêwîste em hewlst û nerînên ku ji aliyê erebên Sûrî li barê doza kurd û Kurdistanê derdikev, zû bi zû nekin paşayên zemên û serî li wan mezin nekin.

Ji ber ku mezinkirina seriyên wan, dibe sedema wê yekê ku ew di rojên gerek de, bi wê seriyê ku me ji wan re mezin kiriî, li serê doza me a rewa bidin, wek Ebdulrezaq Îd û Burhan Gelyon û Heysem Mana Enwer Bonî û Muned Alhesenî û Ehmed Kamil û pir kesên din ên ku di hundirî xwe de pir şovenîst bûn û dixwastin bi pênûsên xwe wê rastiyê pîne bikin û veşerên heya rojên bi wan gerek.

Her weha dikanim ji we re nimûneyeke ji ezmûna xwe bînim ser ziman ku parêzer ((Munaned Alhasanî)) ji Hunsê bû, kesekî pir xwe nêzîk bi doza kurdî dida nasîn, dema ku tu li gel wî bipeyviya, teyê bigota ev dostê herî mezin û dilsozê gelê kurd e, lê mixabin piştî buyerên li Sûriye, rastiya hemûyan aşkire bş, ji ber ku maskên li ser rûyên wan bi zelaî hatin ronî kiirn.

Ev mirov pir dostê min bû, me gelek caran bi hev re dipeyivîn, ew kesekî çep û xwe dostê Kurdan didî, min gelek daxuyaniyên wî û hevpeyvîn jî di rojname û malperên kurdî de diweşand ku çawa berevanî li doza kurdî û girtiyên kurd dike, lê mixabin niha jî ji dijminên dîrokî ya kurdan bêhtir rikberetiya doza kurdî dike. Hezar carî mixabin.

Hûn dikanin ji xwe re temaşeya bersiva wî ji rexneyên rewşenbî û ronakbîr û çalakvanên kurd re ku çawa ji bo Enwer Bonî mastwcîtiyê dike û xwe şêrçîn dike û çalakvanên kurd jî bi neyar û neşêrîn dinirxîne, hûn dikanin ji xwe re temaşeyî rûpela wî bikin ku çi ji bo (nwer Bonî) nivîsiye, mebesta wî rewşenbîrên kurd e ku rexneyên xwe arasteya Enwer Bonî kiribûn tako li Efrînê semînar neke û rewabûnê nede bi dagîrkirina Efrînê.

Ez bi hêvî me ku ev jin li ser helwestên xwe ên niha be û wê qazenc bike û wê di dilê hemû kurdperwer û demokratxwazekî de cih bigre.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket