Fireksiyon YNK: Biryara Dadgeha Cezayê pêşengek metirsîdar çêdike

YNK 03:38 PM - 2021-05-07
Fireksiyon YNK: Biryara Dadgeha Cezayê pêşengek metirsîdar çêdike

Fireksiyon YNK: Biryara Dadgeha Cezayê pêşengek metirsîdar çêdike

Fireksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê derbarê pejirandina Dadgeha Cezayê ya Herêma Kurdistanê ya zindankirina rojnamevan û çalakvanên Dohukê ji bo heyama 6 salan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: şêwaza pesendkirina biryarê zext û siya pêşwext a siyasî û hikûmî nîşan dide bê guman dê bandorek neyênî li derdorên navneteweyî jî bike  di xirabkirina nanûdengiya Herêmê û ezmûna rêveberiya wê de.
Amaje bi wê yekê jî kir ku em di wê baweriyê de ne ku ewlehiya civakî bi dabînkirina azadiya raman û serweriya yasa tê, ev diyar dike ku biryar pêşhatek metirsîdar e ku serweriya yasa li herêma Kurdistanê li hember berpirsyariyê dîdine,nabe di bin çi hincetekê be dadgeh bibe xendeqek ji bo bêdengkirina dengê azad, ji ber vê yekê em gazî serokwezîrê herêma Kurdistanê dikin û ji bo parastina navûdengê herêmê hêz xwe bikar bîne ji bo çareserkirina vê yekê, di hemen demê de jî em ji fireksiyonên parlemanê daxwaz dikin ku peyv û helwest bikin yek û parastina yasa û serxwebûna dadgehan û azadiya ramanê bikin, navûdengê herêma Kurdistanê biparêzin û li hember her hewildanek rawestin ku zirarê dide têkiliyên Herêmê digel  hevalên me li Dewletên Yekbûyî û Ewropa, yên ku di rewşên zehmet de digel me bûn.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket