Hevserokê YNKê pêşwazî li şanda PDPK.S kir

Kurdistan 07:55 PM - 2021-05-04
.

.

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî pêşwazî li şanda PDPK.S kir.

Di 3/5/2021an de hevserokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan rêzdar Lahûr Şêx Cengî pêşwaziya şandeke bilind ji Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê kir yê ku ji endamên nivîsgeha rêzanî Ehmed Silêman , Ehmed Berekat , Selah Derwîş , Elî Şemdîn pêk hatibû.

Di hevdîtinê de rewşa Kurdistana Rojava û çawaniya pêşxistina peywendiyên di navber herdu partiyên bira de hate gotobêj kirin , Û tekezî kirin li ser nehiştina astengiyên li hember kurdên Rojava , Û li ser girîngiya yekîtiya aliyên kurdî û çareserkirina pirsgirêkên wan û pêkanîna mafên gelê kurd li rojava bi rêya diyalogê û şêweyên aştiyane û dûrî destwerdana tu aliyekî , Û di vê derbarê de Yekîtî Niştimanî Kurdistan piştevanî û piştgiriya xwe ji kurdên Rojava re tekez kirin.

Di hevdîtinê bal kişandin li ser peywendiyên dîrokî yên di navber Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de , Ew peywendiyên ku li ser destê serok Mam Cela û Mamoste Ebdilhemîd Derwîş hatin damezrandin , Û hate tekez kirin li ser girîngiya pêşxistin û xurtkirina wê peywendiyê , Herwiha rêzdar Lahûr Şêx Cengî spasiya serdana şanda mêvan kir û spasiya xebata Partiya Pêşverû kir ku tevî astengî û dijwarbûna rewşê karîbûn partiya xwe biparêzin , Em Serkeftinê ji xebata were dixwazin.

Ji aliyê xwe ve şanda mêvan avakirina Hevpeymana di navber Yekîtî Niştîman û Tevgera Goran de pîroz kirin , Bi armanca beşdarbûna hilbijartinên pêşwext de ji bo yekîtiya aliyên niştimanî û parastina mafên gelê kurd li Bexdadê.
Werger : Hişmend Şêxo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket