Doza Kurd bi Kîmiyabaran û Enfalan jinav neçû..!

Kurdistan 06:44 PM - 2021-04-13
.

.

Di serî de, bi hatina cejna Çarşema Sor ya gelê me yê Êzdî, ez bihatirîn û germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikim û serkrftin û serfiraziyê ji tevahî Êzdiyên me yên li Kurdita û li cîhanê dixwazim.
Ez bi hêvî me ku ev roj bibe roja serkeftina gelê me li hemberî pîlan û projeyên şovenîst yên neyarên doza me û em ji dil vê rojê pîroz bikin û ji hemû Kurdpewerekî daxwaz dikim ku vê rojê bilind binirxînin ji ber ku roja yadweriya olê gelê me yê resene.
Xwendevanên hêja û rêzdar, ez bi vê nivîsa xwe yê normal dixawazim ku balbikişînim ser rastiya doza gelê me yê rewa ku bi çendîn pîlan û komployên neyaran ji holê ranebû û dilê wan xweşnebû, lê bi bervajayê wê, hemû dîktetorên ku li dijî gelê me komkujî kirine ew bi xwe ji holê rabûn û neman, lê doza me û rastiya dîroka gelê me weke tava heyvê û rojê derkete holê.

Di serdemên borî de, gelek şoreş û pêngavên girîng ji aliyê gelê Kurd ve pêkhatiye taku çareseriya doza rewa yê neteweya Kurd bête kirin.
Ji ber wê yekê, rêjîmên desthiladar li Êraqê yek bi dûv yek de, bersiva şoreş û serhildanên Kurdî bi agir û hesinan daye û komkujî û bûyerên gelek dijwar hatiye dayîn.
Her wehali dijî gelê Kurd, kiryarên nerewa û dûr li mentiqê mirovahiyê hatine sepandin û di warên kirdariyê de hatine bicîkirin. Ji komkujiya Îngilîzan ya 1923 ku li dijî bajarê Silêmaniyê pêkanîbû, Enfalên 1983 ku rêjîma Be`es li dijî Barzaniyan pêkanîbû, nêzî 8000 kes enfaln bûn, di meha nîsanê ya sala 1987`an de li dola Balîsanê ya ser bi Hewlêrê ji aliyê rêjîma Sedam ve hate Kîmiya barankirin gelek şehîd û birîndar şêbûn, di 16-3-1988`an de, komkuijya kîmiyabarankirina Helebceyê ku bêtir ji 5000 kes jiyana xwe ji dest dan û 10000 kes jî birîndar û bê mirûz man, her weha li sala 24-4-1988 li navçeyên Germiyan-Qeredaxê enfalên berferehtir hate kirin û di encamê de, 182000 welatiyên sivîl yên Kurd bûne qurbaniya wê şalawê.
Weku em hemû dizanin ku rewşa gelê Kurd û mijara çareseriya rasteqîne ji doza neteweya Kurdî ya rewa re peyda nebûye, li her çar aliyên welat, nîv guncaw bûye. Lê her çiqas Başûrê Kurdistanê,(Herêma Kurdistanê) weke herêmeke Azad û nîv xweseriye, lê ew navçeyên ku ji aliyê rêjîma binkeftî û roxawî yê dîktetor ve ji Kurdistanê hatibû birîn, heya niha jî nehatin vegerandin û xala 140 nehatiye bicîkirin.

Li eger mirov vê demê digel demên berê û rewşa gelê me li Herêma Kurdistanê ya berê û niha bi hevre werbêj bike, bêguman sedi ji % ji demên borî baştire û dê her baştir jî bibe, ji ber ku aboriya xwe roj bi roj zêdetir dibe û çandin û petrol jî, ber bi zêde bûn û berferehbûnê ve diçe.
 Lê dîsan jî li gor destûra nû yê Êraqê ku pêwîste bi riya xala 140,î, ew navçeyên qitkirî û dabraw, hemûyan vegerînin ser nexşeya Herêma Kurdistanê. Lê mixabin, heya niha, gelek birya û yasayên ku li gorî aliyên Erebî di parlemana Êraqê de hatine dayîn, yekser hatine bicîkirin û di warên pratîkî de, pêkhatine.
 Lê dema ku em xala destûrî ya 140,î ji destûra Êraqê baş û bi hûrgilî bişopînin, wê demê aşkire dibe ku hîn jî tiştek ji bendên wê xalê,  ji aliyê hikûmeta navendî a fedral ve, nehatiye bicîkirin û bi berevajayî wê, li navçeyên Xaneqîn, Qizirbat, Celûla û Mendelî, gelek binpêkirin û têkbirina rewşa gelê Kurd didin û ji dema azadkirina wan navçeyan û vir ve, bêtir ji 400 welatiyên Kurd ji aliyê terrorist û peyasyên rêjîmê ve hatine şehîdkirin. Hin ji hêzên şoven yên di nava dewletê de ku zalin, bi hîç carî naxwazin xala 140’ê, were rojeva parleman û civata wezîran ya Êraqê.
Bêguman ew aliyên şoven yên Êraqî, bi berdewamî di hewildanên nerewa de ne, taku ew xala destûrî pêk neyê û ew şûnwarên ku ji Herêma fedral hatibûn birîn venegerin  ser nexşeya Herêma Kurdistanê, hin ji navçeyên qitkirî evin; Kerkûk, Doz Xormeto, Xaneqîn, Bedre, Mendelî, Qizirba, Celûla û Şengalin.
 
Weku tê pêşbînî kirin ku dîsan jî,  pêşeroja Herêma Azad, dê her di metirsiyê de be, çumkê li Êraqê, hîn jî, hêzên şoven xwedan rol û biryarin. Ew mijar, di demên pêş de, dê gelek ser îşî û neliheviyê bi xwe re bîne holê.

Ji ber wê yekê, ew erk dikeve ser milên seroketiya Herêm û serkirdeyên Kurd ên li Bexdadê ku nûneretiya Kurdan dikin. Dibe ku Kurd di parlemana Êraqê de yekgirtî bin, Her dem serok Mam Celal gotinên xwe ên gelek girîng de rastiya parastina maf û azadiyên gelê kurd digot; Em kurd xwediyê mafên xwe ên çarenûsiyê ne, federaliyet mafê me ê rewa ye û ti hêzek di dunyayê de nikare mafên me ji holê rake, ji ber ku em xwedî maf in û maf ti carî namire. Lê pêwîste em yekrêziya xwe a mala kurdî bihêz bikin û bi riya diyalog û lihevtêghîştinê kêşe û aloziyan çareser bikin.

Her weha wek serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesud Barzanî jî, di gotinek xwe de dibêje:” li Herêma Kurdistanê nakokî û kêşeyên me Kurdan çi dibin bila bibin, lê dibe li Bexdadê em yekbin”. Ew helwest gelek di cihê xwe de ye û dibe hemû hêzên Kurdan di parlementoya Êraqê de, her yek rêz bin û berjewendiyên neteweyî di ser hemû tiştî re bigirin.

Lê weke ku em ji nêzs ve dişopînin ku êdî ew qonaxa ji navbirina gelê Kurd nemaye û niha jî doza gelê Kurd ber bi dewletbûnê ve diçe û wê bibe doza nevneteweyî û di serbarê hemû neyar û nexwazan re wê bê çareser kirin û gelê Kurd wê bibe xwedî dewleteke serbixwe û azad.
Ji bo wê yekê jî, ez bi reşkawî dibêjim ku êdî ne Êran, Tirkiyê, Êraq û Sûriyê jî nikarin bosleya ronîkirina riya rasteqîne ya çareseriya doza rewa ya gelê Kurd ji gelê Kurd bistînin û veşêrin.

Êdî doza gelê Kurd bi enfal û kîmiyabaranê mezintir bû, pîlanên dijmin û neyaran tev têkçûn û ew kes û dîktetorên ku hewla jinabirina gelê me dane, ew bi xwe jinavçûn û niha gelê me heye lê ew kesên xwînmêj nînin, mîna şahê Ecem, Ataturk, Bulend Ecewîd, Hiwarî Bomedyen, Sedam Hisên, Elî Kîmyawî, Hafiz Esed û Mihemed Talib Hîlal, tev bi awyekî necûr jinavçûn û dîrokê ew siza dan û navên wan êedî di cihê nebaweriya gelan de ye û ti nirxên wan heya li ba gelê wan jî nemaye.

Hozan X. Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket