Hevserok Lahur; Pabendbûna bi yasaya budceyê pir girîng e

Agadarî 05:49 PM - 2021-04-04
.

.

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî aşkire kir; Pabendbûna bi yasaya budceyê pir girîng e wek dengdana bi yasaya budceyê ye.

Îro roja yekşemê 4-4-2021`an, li bajarê Silêmaniyê, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Şêx Lahur Şêx Cengî pêşwazî li konsilê Brîtanê li Herêma Kurdistanê James Thornton û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtina du qolî ya Konsilê Brîtanî û hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de, her du aliyan bi awayekî zelal û hevbîr derbarê rewşa aborî û ewlehî û siyasî li Êraq û li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Hevserokê YNKê Lahgur Şêx Cengî derbarê nêrîna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê ji pejirandina yasaya budceya 2021`an de wiha got; Sepandina  beşa Herêma Kurdistanê di budceya Êraqê de, pêngaveke girîng e ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî ya di9 navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û Êraqê de ye.

Her weha di heman civînê de, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî tekes kir ku pabendbûn bi yasaya budceyê wek dengdana li ser pejirandina budceyê ye. Ew pabendbûn wê bibe cihê vejîneke aramiyê û hêminiya siyasî û aborî û vegerandina mûçeyên fermanberan bo rewşa xwezayî ku bi bê qutkirin û baştirkirina helûmercên jiyanî ê welatiyan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket