Stêrka ezmana Efrînê rijiya lê ji bîr na be

Nêrîn 06:53 PM - 2021-03-29
.

.

Xaltîka Fewzî dayîka Şêrwan û Rewşen Qasimê....

Mirovê ku tu dîtibe, wê kok te ji bîr neke....

Kesê ku bi te re rûniştibe, wê kok helwest û nêrînên te yên mirovî û kurdwarî ji bîr neke.

Em te ji bîr nak in.

Ji ber ku te rastiya mirovan derdixist holê. Te rastiya veşartî derdixist holê. Te hemû rastiyên wundakirî, bi riya helwest û hewildanên xwe ên ji dil û can dida vejandin û ji raya peywendîdar re dida nîşandan.

Ji ber vê jî, em te ji bîr nakin.

Jina resen a kurd a Efrîna Kurdistanî dêka Şêro, Rewşenê, Mizgîn, Robîn û Hêlanê. Hevjîna siyasetvan û helbestvan û nivîskarê kurd ê bi tiwane û koçkirî nemir Ehmed Qasim e.

Ji sala 2005an ve min çayê û av û xwerin ji ber destê xaltîka Fewzî dixwer. Ez wek lawê xwe dijmart û her dem ji min re digot; Tu jî wek Şêro lawê minî, çûndin û hatin deriyê malê ji bo te vekirî ye. Her çiqas heznedikir pir bigere û pir serdana malan jî bike, lê gelek caran serdana mala min li gel nemir bavê Şêro dikir û me jî bi heman awayî erkên xwe li hemberî cêbicih dikir.

Min 4 sal beriya niha jî derbarê xaltîka Fewzî de nivîsîm ku di 19/3/2017`an li navçeya Şehbayê di hundirî bajarê Til Rifetê de min di rojeke wek îro de, hestên xwe li ser rewanşadê anîm ser ziman.

Di rojeke wek îro de, stêrkeke sembol ji ezmana Efrîna beheşt rijiya û kete xwerê..

Jineke jêhat, bi lîmet û çavnetirs li her derê dikarî helwesta xwe li hemberî ne rewabûnê nîşan bide. Serşûrî û bê vînî ne dipejirand, nefret li koletiyê dikir.

Piştîvana xebatkarên rasteqîne bû, nefret li siyasetvanên virek û derewçî bû. Xwedia giyana Efrînî ya resen bû, pir û pir Efrînî û Kurdistanî bû.

Piştîvana xebatkarên rasteqîne bû, nefret li siyasetvanên virek û derewçî bû.f

Xaltîka Fewzî Şêxo em te kok ji bîr nakin.

Tu wek sembolek ji jina bi vîn û xwedî helwest bû.

Dilovaniya Xwedê li canpakiya te be û cihê te beheşta berîn be.

Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket