Malbenda 4 ya Duhokê ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destgîrkirina Nezîr Berwarî û zîndavanên din bêdengî şikand û bi tundî şermezar kir û zelal kir ku ew kar cihê pejirandinê nîne.
Berpirsê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li Duhokê Aras Mihemed Axa bi riya belavokekê tekez kir ku wek hemû kes û alî dizanin ku hêvara roja pêncşemê Heval Nezîr Berwarî kadroyê karûbarê civakî li nahiya Derga ya ser bi Zaxoyê bi tawana hebûna peywendiyan bi Partiya Karkerên Kurdistanê ji aliyê hêzeke ser bi asayîşê wê sînorê ve hate girtin.
Her weha di dirêjahiya wê belavokê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber girtina bi vê rengî ne rast, malbenda 4 ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wê nêzîketiyan şermezar dike û bi heman awayî ew girtinên cur bi cur li dijî kesên li Behdînanê dikin karekî ne rewa û cihê nepejirandinê ye ku êdî Behdînan wek zîndaneke siyasî bû ye.
PUKmedia
Hevserok biryara pêkanîna projeyên xizmetê li Balîsanê dide
Bafel Talebani êrişa firokexaneya Hewlêrê şermezar kir
Kosret Resûl gihîşt Herêma Kurdistanê
Çalakvan û siyasetvanê kurd ê Misrî koça dawî kir.
Roja şemiyê 11-4-2021`an, li Qahîrayê paytexta Misrê, Siyasetvan &ucir...
Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.
Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...
Gelê Kurdistanê, van rojan de şehîdkirina komek ciwan û têkoşerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, endamên R&e...