Ragihandina azad serdana Encûmena penaberan kir

Agadarî 05:06 PM - 2021-02-04
.

.

Şandeke ragihandina azad li bajarê Silêmaniyê serdana nûsîngeha Encûmena penaberan kir.

Îro roja pêncşemê 4-2-2021`an li bajarê Silêmaniyê şandeke paye bilind ji ragiahndina azad ya Rojavayê Kurdistanê serdana Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê kir.

Her weha ew şanda mêvcan ji aliyê serokê Encûmenê rojnamevan Hozan Efrînî ve bi germî hate pêşwazîkirin û derbarê rewşa ragihandin û rola wê di xizmetkirina doza kurdî û penaberan de gotûbêj kirin.

Rojnamevan Hozan Efrînî di destpêka civînê de, hinek zanyarî li ser kar û xebatên Encûmenê di heyama 5 mehên ji destpêkirina erkên xwe di serokatiya Encûmena Penaberên Kurd ê Rojavayê Kurdistanê de anî ser ziman .

Piştre jî hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yusif jî derbarê serdana wan ji Herêma Kurdistanê û rola ragiahndinê li Rojavayê Kurdistanê bi zelalî anî ser ziman û xweşhaliya xwe ji kar û xebatên Encûmena Penaberên Kurd re nîşan da.

Hevserokê Yekîtiya Ragiahndina Azad Bangîn Sîdo jî aşkire kir ku ew xwezyarin bi ragiahndinkarên Herêma Kurdistanê re hevrêz û hemahengî bikin û serdana saziyên wan bikin piştî ku duh roja çarşemê 3-2-2021`an, Komîteya Çand û Ciwanan a li Parlemana Kurdistanê de, pêşwaziya şandeya hevserokatiya Yekîtiya Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê kiribû wan berê xwe dane Silêmaniyê û wê civînan li gel rewşenbîr û ragihandivan û rojnamevanan saz bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, Amir Murad hevserokê nivîsgeha ragiahdina rêvebiriya xweser li Rojavayê Kurdistanê jî nerînên xwe bi ên Ragiahndina Azad re par ve kir û kêfxweşiya xwe ji bo kar û lebatên Encûmena Penaberên Kurd dupat kir û bi girîng zanîn ku di navbera ragihandina Herêma Kurdistan û yê Rojavayê Kurdistanê de hevrêz û hemahengî hebe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket