Cengî:Li bendê ne ku h.Herêmê sîstema ne navendî bicih bîne


18/1/2021 09:37:00
Çapkirin
     Cengî:Li bendê ne ku h.Herêmê sîstema ne navendî bicih bîne

Hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî, bi riya sîstema vîdyo konferansê beşdariya xwe di konferansa ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ragihand.

Şêx Cengî destnîşan kir ku me civînek digel nûnerên Yekîtiya Niştimanî yên li welatên biyanî pêk anî û rewşa Herêm, Êraqê û rola YNK di çareserkirina pirsgirêkên siyasî de gotûbêj kirin.

Cengî amaje bi wê yekê jî kir ku wan ji nûnerên li derveyî welêt re ronî da ser çawaniya xebata partiyê, nemaze piştî konferansa çaremîn û rol yekîtî ji bo çareserkirina pirsgirêkan û peydakirina xizmetguzariyan bo gelê Kurdistanê. Wî her weha behsa bandora koronevîrusê li ser xebata partiyê kir û astengek bû, lê li gor wê yekê dest bi belavkirina alîkariyan li nexweşxaneyan û peydakirina derman û pêdiviyên tenduristî kir di gel avakirina nexweşxaneyan li hejmarek bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê.

Me behsê hewlên Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê kir ku pirsgirêkan li ser astê Herêmê çareser bike, me ragihand ku di çarçova rêkeftina di navbera me û Demokrata Kurdistan de, em li benda hikûmeta Herêmê ne ku sîstema nenavendiya darayî û rêveberî li parêzgehên Herêmê bicîh bîne, her wiha behsa serdana wan ji Bexdadê re  a ji bo pişka Herêmê di budceyê de kir .

Di dawiyê de me ji bo pêkanîn aerkên wan spasî li kirin û me daxwaz jê kirin ku amadebin ji pêşeroja YNK re ji bo pêşkêşkirina xuzmetguzeriyê ji civaka kurdî re li derve.

PUKmedia taybet


 

Siyasetvanê kurdê Misrê koça dawî kir


Çalakvan û siyasetvanê kurd ê Misrî koça dawî kir.

Roja şemiyê 11-4-2021`an, li Qahîrayê paytexta Misrê, Siyasetvan &ucir...


»   Bremen; Bîranîna koça dawî kirna hunermend Hesen Şêxo
»  Dr. Nemam Xeforî bi Korona koça dawî kir
 

Hevdîtineke girîng bi Kobanî re


Hevdîtineke girîng ê Dengê Amerîkayê bi general Kobanî re.

Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî di hevpeyvîna ...


»   Şehabê ser çiyan xemxwerê doza jiyan
»  Silêman: Tirkiyê bo têkbirina destkeftan fêlan di navberê kurdan de diçîne

Karîkator