Komînîsta Çînî tekez li ser peywendiyên Herêm û YNKê kir

YNK 06:18 PM - 2020-12-03
 heval Serkewt Mihemed

heval Serkewt Mihemed

Partiya komînîsta Çînî tekez li ser peywendiyên Herêm û YNKê kir

Îro rojas pêncşemê 3-12-2020`an, di heyama konferaseke vîdyoyî kuendamê encûmena serokatiya YNKê û berprisê borda peywendiyên YNkê ê derve heval Serkewt Mihemed, Partiya komînîsta Çînê di konferans vîdyoyekî de, tekez li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan kir.

Ew konfiras vîdyo ya siyemîn roja konferansa ragiahndina hevbeş di navbera partî û aliyên siyasî ên Êraqê û partiya komînîsta Çînê de dirêjpêder bû tako alozî û kêşeyan bi riya diyalog û danustandinan çar ser bikin.

Her weha wek tê zanîn ku di roja duşemê 30/11/2020 Endamê encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê û berpirsê borda peywendiyên derva yê YNKê Serkewt Mihemed Xefur wek nûnerê YNKê beşdarî karên vekirina xwelên xwendinê ji bo partiyên Êraqî û merasîma bi navê (Kember û Rêkê) ku ji bi beşdariya Partiya Komînîsta Çînê dest pê kir wek nûnerê YNKê beşdar bibû.

Di roja yekemîn ya destpêkirina wê konferansê de, nûnerê YNKê  Serkewt Mihemed Xefur dazanîn ku hevserokatî û politburo û Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê rola wan kesên ku ev kar û çalakî lidarxistine pir bilind dinirxînin dabû ragiahndin.

Her weha di dirêjahiya axiftinên xwe de, êndamê encûmena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Serkewt Mihemed aşkire kir ku ew bi navê YNKê erkên Çînê ên di avakirina sîstemeke cîhanî dadwer de dixebite pir girîng dizanin û cihê pêzanînê ye.

Di gotara xwe ya di konferansa vîdyoyî de, Serkewt Mihemed tekez kir ku pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî roleke girîng be di destpêşxeriya (Kembera Aborî ya Rêka Herîr ya nû) de.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket