Jinên rewşenbîr: Na ji şerê birakujiyê re

Jin‌‌ 05:00 PM - 2020-11-21
.

.

Jinên rewşenbîr bang li aliyên kurdî kirin ku nekevin nava şerê birakujiyê û gotin: "Na ji şerê birakujiyê re."

Îro Jinên Yekîtiya Rewşenbîran li Herêma Cizîrê, Komîteya Wêjeyê ya Rojavayê Kurdistanê û Rabîtiya Jinên Rewşenbîr, têkildarî aloziya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek li baxçeya Xwendinê ya bajarê Qamişlo dan.

Daxuyanî ji aliyê Heseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Anahîta Sîno ve hat ragihandin.

Her wiha destnîşan kirin ku ew jî beşek ji vê neteweyê ne ku bawariya wan bi edaleta doza Kurdî heye, ji ber wê yekê gelek berdêl dane û hîna jî didin, heya ku bigihêjin jiyaneke azad û bi rûmet.  

Di dawiya daxuyaniyê de, jinên rewşenbîr gotin" Na ji şerê navxweyî re,Na ji şerê birakujiyê  re."

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket