WHO: Vîrusa korona metirsiyekî demdirêje

kurdistani 10:33 AM - 2020-07-04
WHO: Vîrusa korona metirsiyekî demdirêje

WHO: Vîrusa korona metirsiyekî demdirêje

 Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) diyar kir ku vîrusa korona gefeke demdirêje û li bere ku ew her tim hebe.

Berpirsê Tengaviyê yê WHO Mike Ryan da zanîn ku zêdebûna pêketên nû yên vîrusa korona yên hinek dewletan, ne nîşana pêla duyeme, lê lutkeya duyem a pêla yekê ye.
Ryan got : ‘’Dema pêla duyem a vîrusa korona cîhan dagirt, gerek dewletan hemî ji pêla yekem ders girtibin’’

Berpirsê WHO diyar kir ku bo dewlet rê li ber belavbûna vîrusa korona bigirin divê pêketinên nû bişopînin û bala xw bidin ser sîstema tenduristiyê.
Berpirsê WHOyê herwiha ser vaksîn jî da zanîn ku hîn ti vaksîn ku li ser vîrusa korona bandor çêkiriye nehatiye dayîn û got ku heta dawîya salê divê l ku vaksîn bandora wê heye were dîtin.
Serokê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus jî diyar kir ku encamên ceribandinên klînîk yên bo dermanên vîrusa korona dê heta du hefteyan hazir bin.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket