Firokyên Îsraîlê êrîş Sûriyê kirin

kurdistani 11:15 AM - 2020-06-28
Firokyên Îsraîlê êrîş Sûriyê kirin

Firokyên Îsraîlê êrîş Sûriyê kirin

Hat ragihandin ku di encama êrîşeke bombaranê Îsraîlê bi ser Dêrazorê de, 6 çekdarên ser bi Êranê ve hatin kuştin.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundê El-Ebas yê bi gundewarê bajarê Elbo Kemal li rojhilatê Dêrazorê, pêgehên hêzên hikumeta Sûriyê û çekdarên ser bi Êranê ve ji aliyê firokeyên şer ên Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Her li gor zanyariyên Rewangehê, ji 6 çekdarên kuştî 4 ji wan xwediyê nasnameya Sûriyê ne.

Roja 23 vê mehê jî, çend pêgehên çekdarên ser bi Êranê li ser rêya Suxne-Dêre Zorê hatin armancgirtin, navendeke leşkerî hat jinavbirin û 5 çekdar jî hatibûn kuştin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket