Efrîn; Termê kalekî 80 salî hat dîtin

kurdistani 05:26 PM - 2020-06-10
Erifê Qizilbaşayî

Erifê Qizilbaşayî

Termê kalekî kurd ê Efrînê temen 80 salî bi kuştî û tezî hat dîtin.

Îro roja çarşemê 10-6-2020`an, li ber ava Meydankê li herêma Efrînê kalekî kurd ê Efrînî temen 80 salî bi kuştî hat dîtin.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Îro roja çarşemê 10-6-2020`an, kalekî Efrînî temen 80 salî bi navê Erifê Qizilbaşayî ku xwediyê pêdewîstiyên taybet bû, bi kuştî û bi bê kinc û rût û tezî li ber ava Meydankê hat dîtin. Lê ew jêder guman li ser wê yekê heye ku ji ber dewlemendiya wî ew hatibe revandin û şehîdkirin ku rewşa wî ya darayî baş bû ye.

Di heman demê de, wê jêderê aşkire kir ku ew navçe ji bo guhertina demografîk tê amadekirin û komên ser bi Turkmanan tê de kiryarên hovane û terorîstî li dijî gelê kurd encam didin tako hejmara gelê kurd kêm bibe û Turkmanên ku ji Şamê û Humsê û Helebê bêne bi cihkirin û siyaseta guhertina demografîk pêkbînin.

Her weha li gorî wê jêderê ku ew kiryar di navçeya jêr desthiladtariya komên çete yên Sultan Murad de û komên Nûxbeyê de pêkghatiye, ev ne cara yekemîn ku li wê deverê kiryarên wiha hovane tên kirin ku gelek kesên din bi wa rengî hatine şehîd kirin.

PUKmedia-Taybet
 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket