H.Kurdistan; 104 pêketin û 4 jî jiyan ji dest da

kurdistani 03:18 PM - 2020-06-03
.

.

Li tevahî Herêma Kurdistanê 104 kesên din di heyama 24 demjimêran de bi vîrusa Koronayê ketine.

Belavoka wezareta tenduristiyê ya 99`an hat weşandin û têde tomarkirina 104 pêketiyên nû di heyama 24 demjimêran de hat ragihandin.
Wezaret wiha dide xuyakirin ku ji destpêka derketina vîrusa COVID-19 û heya roja îro 12297 kes hatine kerentînkirin.

Her weha belavoka wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê dibêje; Tenê 938 kes di cihên gerentîneyê de mane ku li33 cihên cuda de ne, 181 li Hewlêr, 61 li Silêmaniyê, 696 li Duhokê.

Her weha 11359 kes ji ji gerentîneyê derketine û vegeriyane nav malbatên xwe. Li gel wê di heyama 24 demjimêran de 64 kesên din hatine gerentînekirin.

Di heyama 24 demjimêrên derbasbûyî de, 1496 pişkinîn ji welatiyan re hatiye kirin ku 608 li Hewlêrê û 534 li Hewlêrê û 342 li Duhokê û 1 li Helebçe û 6 li Germiyan û 1 li Raperîn û 4 li Soran û 3 li Soran.

Di encamê de, 104 pêketiyên nû hatin tomar kirin û bi vê rengî ne.

Li parêzgeha Silêmanî 46 ks pêketine, di nav de Rêvebiriya Germiyan 6 kes pêketine, Rêvebiriya Raperîn 1 kes pêketiye û li parêzgeha Duhokê 52 kes pêketine.

Her weha li parêzgeha Silêmaniyê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dane ku 3 mêr in û yek jî jine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket