45 sal berê YNKê hat damezrandin

kurdistani 04:07 PM - 2020-06-01
.

.

Cemewrê YNKê soza xwe bi rewanşad Mam Celal re dupat dikin

Bi boneya 45 mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê gelê kurd serdana mezara Mam Celal dike û soz nû dike.

Cemewrê gelê Kurdistanê ji alîgir û dost û heval û endam û berpirsên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê wê sibê roja şemiyê 1-6-2020`an, careke din soza xwe bi rewanşadê gelê kurd û nertewaya kurd Mam Celal re dupa bikin.

Ji bo jiyaneke nû û azad û serfiraz, ji bo xizmetkirina baştir ji gelê kurd re, ji bo girêsdana bi rastiya pêşeroja doza gelê kurd re, wê hemû kesên peywendîdar û azadîxwaz û hevxemên dozê û rêhevalên Mam Celal di merasîma 44`mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê de ku wê li ser girê Dabeşûanê li ser Kurdsatê  amade bibin û careke din soza xwe bi rewanşadê neteweya kurd Mam Celal re dupat bikin tako li ser rêbaz û riya nemir berdewam bin.

YNKê di pîrozbahiya 45 saliya xwe de peyamek weşand

Hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di pîrozbahiya 45 saliya YNKê de peyameke pîrozbahî weşand.

Di peyama pîrozbahiya hevserokatiyê de, bi boneya 45 salvegera damezrandina xwe de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê germrtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya civakên gelê Kurdistanê bi giştî kir.

Her weha di wê peyamê de amaje bi dirêjpêderbûna hemû endamên serkirdeyetiya nûh bi pabendbûna rêbaza serokê rewanşad Mam Celal û tekoçna YNKê ji bo peydakirina mafên xweçarenûsîn ji gelê kurd re û li ser wê bingehê ku YNKê hat damezrandin û bû xwedî mezintirîn hejmara şehîd û pakrewanan.

YNKê bi xwezayîya pêşenge, piştî bê ûmêdî û nerihetî, careke din hêvî da û şoreşa kurdeyetiyê dest pê kir û agirê wê vêxist, ji bo çareserkirina pirsa kurdî di çarçûveya mafên çarenûsînê de bû.

Di heman peyama pîrozbahiyê de wiha hatiye ku wek çawa YNKê rûbirûyê rêjîma Basî dîktetor bû û pêşrew bû, bi heman awayî di şerê li dijî terorê de jî, her ew Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bû ku li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê şikest bi terorê anî. Her weha hewlên dagîrkerî û efsaneyên wan pîç bike û ji bo pêşerojekî geş û azad bi sedan pêşmerge û fermandar û serkirdeyên mêrxwes canfeda kirine.

Di heman peyam de, hevserokatiya YNKê tîşk dixe bo ser mijara nenavendiyê li Herêma Kurdistanê ku YNKê di vê qonaxê de, bi cîanîna projeya nenavendiyê bi karekî pir girîng û pêwîst dizane.

Birûskeyên pîrozbahiyê

Hûn dikanin di vê linkê de birûskeyên pîrozbahî û nêrînên siyasetvan pû aliyên cur bi cur derbarê YNKê û Mam Celal de bixwînin..

Wêneyên tekoşerên YNKê yên dêrîn bi wêneyan di vê linkê de bibînin..

 

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket