Balafirgeha Silêmanî înkar kir ku geştên esmanî ketine kar

kurdistani 10:12 AM - 2020-05-09
Balafirgeha Silêmanî înkar kir ku geştên esmanî ketine kar

Balafirgeha Silêmanî înkar kir ku geştên esmanî ketine kar

Rêveberiya balafirgeha Silêmanî ya Navnetewî nşçeyên ku dibêjin ku geştên esmanî ya Silêmaniyê dest pê kirine,înkar û red kir ,ji welatiyan daxwaz kir ku vê yekê bawer nekin.

Rêvebirê Balfirgehê endezyar Tahêr Ebdulla di belavokê ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de ragihand ku hinek kompaniyên biyanî hene tîkêtan bi giranî difroşin welatiyan û dibêjin ku geştên Silêmaniyê dest bi xebat kiriye ,ji hêla xwe ve em tekez dikin ku ev tişt ne raste û balafirgehê dest bi kar ne kiriye ,amaje bi wê yekê jî kir ku em bixwe hez dikin ku geşt di bin çavdêriya Hikûmeta Kurdistanê û wergirtina tedbîrên xweparastinê de çalak bibe .

Her wiha di çarçoveya tedbîrên xweparastin û rêlêgirtinê li belavbûna vîrusa Korone ,Desthilata balafirên sivîl yê Êraqê biryar dabû ku heta 22-5-2020`an geştên esmanî bêne rawestandin.


PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket