Enfal birîneke bê derman e

kurdistani 04:42 PM - 2020-04-16
.

.

32 sal bi ser buyara Enfalan re derbas dibe

Di her salê de, di rojên mîna vê rojê de, salroja operasyonên enfalan yê di bin navê ji tawanên tawanên enfalande,  ku ji aliyê rêjîma dîktetor ya rûxawî ve pêkhatiye, merasîmên bîranîn û vejandinê birêve diçin. Di 32`mîn salvegera karestata Enfalan de, gelê Kurd wê dîsan nefretê li kirdarên rêjîma Sedam Hisên yên şovenîst û malwêranî bînin.

Enfalan rûreşia rêjîma Beesî ya Êraqê aşkire kir û bûye mora reş li ser dîroka rêjîma xwînvexwer. Di hemû salekê de, ew rûreşiya rêjma rûxyî ji aliyê gelê kurd ve tê bibîranîn û bi tundî jî şermezar dikin û nefert wê dîktetoriyetê tînin. Îsal weku hemû salekê, wê salvegera kareseta Enfalan li Çemçemalê birêve çû.

Girîngdana YNKê bi wezareta Şehîd û Enfalan

Girîngdana YNKê bi wezareta Şehîd û Enfalan ji ber vê sedemê ye ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê weke yekemîn partiya ku bi hezaran şehîdên wê hene ku di riya azadî û rizgariya gelê Kurd û Kurdistanê de, jiyana xwe bixş kirine û nimûneya qirkirina li Helebçeyê û Enfalên li Germiyanê li ber çavan e.

Her weha du hemû demê de, YNK`ê hewil daye bo pêşkêşkirina alîkariyê ji tevahiya kes û kar û malbatên şehîd û Enfalan re bike û hemîşe berdewam bûye li ser wî karî.
YNK`ê di soza xwe de, gelek caran yekeyên xanî û malan ji malbatên şehîdan re avakiriye û xwedî li malbatên wan derketiye û wê her bedewam be.

Gelek sazî û rêxistinên sivîl daye avakirin taku bikaribin bi riya wan saziyan ximetgûzariyê pêşkêşî xwediyên şehîd mû Enfalan bike.
Her weha di her salvegerekê de, Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, amaje bi wê yekê dike ku ew operasyonên enfalan ku li dijî gelê kurd pêkhatine, xeraptirîn tawane di dîroka mirovahiyê de, di wê de, tevayî pîvanên jinavbirin û qirkirinê hene ku ji aliyê dadgeha tawanan ya Êraqê a bilind wek cînosaid bi nav kiriye û ev vejandina bîranîna enfalan, wefadarî ye ji xwîna şehîd û rêzgirtine ji berxwedana xwedî û malbatên wan re.

Her di gelek caran de, wezîrên karûbarê enfal û şehîdan ên di serdema YNKê de, tekez dikirin ku ew qirkirin û jinavbirina ku gelê Kurd ji Feylî û Barzanî û Enfal û bombekirina gund û bajarên Kurdistanê û di serî de, bajarê Helebçeyê, lê tekez kir ku ew tev bi cînosaid hatine binav kirin û hatiye pejirandin.

YNKê herdem hewildaye ku pêwîste hemû saziyên kurdî û navnetewî  hewil bidin ku hemû dunya û cîhan bi operasyonên jinavirin û qirkirina kurdên Êzîdî û pêkhatin din bide nasîn ku di vê demê de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve birêve diçin.
Piştîgiriya navnetweyî bo nasandina qirkirinê li Kurdistanê

Perlemana Skutlanda`yê  komcivîneke teybet lidarxist bo, danasîna komkuija “cînosayd” a, ku li dijî gelê Kurd bi destê rêjîma Baas,  a têk çûyî pêk hatiye guftûgo bike.

Komcivîn li ser daxwaza Partiya Nîştimanî a Skutlandî (SNP) li darket,yê ku di perlemantoya Skutlanda a ku  ji 129 perlementerî pêktê ye, xwediyê 69 perlementerî ye.

Di komcivîa perlemantoyê de,  komkuijya ku rêjîma Baas,  a têk çûyî li dijî gelê Kurd kiriye hate gotbêj kirin, her wiha xebat tê kirin ku ev komkujî bi fermî ji aliyê perlemana Skutlandayê ve, bi Cînosaydê bête nas kirin.

Di vê derbarê de, çalakvanê Partiya Nîştimanî ya Skutlandî Şexewan Setar, a ku li bajarê Kilasko dimînê diyar kir , ku komcivîna perlemanê, a teybet di derbarê komkujiya ku bi ser serê gelê Kurd  de hatiye, bi destê rêjîma Baas ê têkçûyî de, serkeftî derbas bû û gelek mijarên dananasîna vê komkuijyê weku cînodaydê gotebêj kirin.

Her wiha çalakvanê Partiyê tekez kir, ku ew ê her tevger bikin e ta ku, her du tewanên Enfal -kirinê  û bombebarana Kîmyawî a bi ser bajrê Helebçeya Şehîd, weku tewanên cînonsaydê di perlemantoya Skutlanda yê bêne naskirin.

Enfal ji Qurana Pîroz sûreyek e û li gorî baweriya îslamê di dema Medîneyê de, li sala duyan yê hîcretê (koç kirinê) û piştî şerê Bedirê hatiye danin. Ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva Enfal bi kurdî tê mana xenimetên şerê. Di sûreyê da ji bona misilmanan tê neqilkirin ku bi çi avayî û ji kê ra xenimetên şeran tên parvakirin.

Ji bo Enfalan nameyek Mam Celal bo (Pierre Mauroy)

Nameyeke dîrokî ya serokê rewanşad Mam Celal ji serokwezîrê Firansa re derbarê Enfalan de hat dîtin.

Dr. Caf di novîseke xwe de amaje bi nameyeke rewanşad Çam Celal kir ku di dema ew di erşîva Firansayû de derbarê YNKê de geriyaye jejmarek ji belgeh ji sala 1977-1994’an bi zimanê Firansî bi dest min ketin û  ji hemyan xwrştir ew bû ku min nameyeke Mam Celal bi zimanê Firansî dîtibû ku wek serokê Eniya Kurdistanî ji bo serokwezîrê Firansayê (Pierre Mauroy) Pîr Moro şandibû.

Her weha di wê nameyê de, ji serokê hikûmeta Firansayê daxwaz dike ku Firansa li ser enfal û qirkirina kurdan bêdengiyê bişkînin û derkevin holê û xwedî helwest bin...

Hêjayî gotinê ye ku (Pierre Mauroy) di sala 1981-1984 wek serokwezîrê Firans hatibû hilbijartin.


 Aram Ehmed: Derbarê mijarê 18 keçên Kurd Misir agahdar kir


Derbarê rewşa 18 keçên Kurd yên ku di serdema Enfalan de jib o Misrê hatibûn firoştin, ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê vet ê lêkolîn kirin.

Di wê mijarê de, hindek belgeh hene ku 18 keçên Kurd, îro ber hêvarî wezîrê karûbarê Enfal û Şehîdan Aram Ehmed digel hejmarek ji kes û karên şehîdan û ew keçên ku li Misrê hatine firoştin serdana konsulxaneya Misrê li Hewlêrê kirin û ji aliyê konsil û karmendên wê vehatin pêşwazî kirin.

Her weha di wê hevdîtinê de, ji aliyê Misrê hat xwestin ku lêkolîn li ser ew 18 keçên Kurd yên di serdema Enfalan de, ji aliyê rêjîma Êraqê ve ji Misrê re hatibûn şandin û firoştin.

Konsulê Misrî jî, hevsoziya xwe ji bo kes û karên wan keçên ku enfalkirî bûn li wî welatî û wê bi hemû hêzên xwe hewil bidin taku ew 18 keçkên Kurd peyda bikin.

Her weha wê digel derhênerê Elî Bedirxan hemahengî bikin ji ber ku ew xwediyê sîneryoya aşkirekirina 18 keçên Kurd bûye û wê yekaliya wê kêşeyê bikin.

Di dawiyê de, kesûkarên şehîd û Enfelan spasiya konsulê kirin ku hevsoziya xwe li hemberî wan nîşan daye.


PUKmedia-Fu`ad Osman-5/8/2013

Parlemana Yunanê ji hikûmetê xwest ku Helebçe û Enfal bi jenosîd binase


Di nameyekê de bo serokê parlemana Kurdistanê, serokê lijneya peywendiyên derve ya parlemana Yunanê ragihandiye ku wan daxwaz ji wezîrê derve yê welatê xwe kirine ku pirsa Helebçe ş Enfalê bi jenosîd bê nasandinê.

Li çend rojên borî de, nameyek ji serokê lijneya peywendiyên derve ya parlemana Yunanê gihîşte destê Serokê Parlemana KurdistanêDr. Erselan Bayîz û têde amaje bi wê yekê dikin ku wan bi fermî daxwaz ji wezîrê karûbarê derve yê welatê xwe kirine ku pirsa Helebçe û Enfalê bi fermî bi jenosîd bê nasandinê.

Di beşekî din ya nameyê de hatiye ku wan daxwaz ji hikûmeta Yunanê jî kirine biryarekî taybet bo parlemanê bişînetaku deng li ser bê dayîn.

Hêjayî gotinê ye ew name piştî wê yekê hatiye ku di 21 nîsana borî de dema ku serokê parlemana Kurdistanê Dr. Erselan Bayîz pêşwazî li şandeke parlemana Yunanê bi serokayetiya serokê lijneya peywendiyên derve kiribû û di wê hevdîtinê de serokê parlemanê ji şanda parlemana Yunanê xwest ku pirsa kîmyabarankirina Helebçe û enfalkirina xelkê Kurdistanê bi jenosîd binasin.

PUKmedia/Ragihandina parlemana Kurdistan 31/5/2013

Di derbarê karesta Helebçe de Perlemana Nerwêjê civînek bi teybet li dar xist.

9/1/2013

Bi rêvebiriya serokê perlemana Nerwêjê û amedebûna wezîrê karê derve yê Nerwêjê li gel wezîrê şehîdan û Enfalan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi tev şandekê ji komîta rêxistinên YNK`e li nerwêjê, Perlamana Nerwêjê, di derbarê kareseta Helebçeyê de, civîneke teybet li dar xist, her wiha gelek ji rêxistinên sêvîl yên Kurd û bi tevlêbûna hin aliyên siyasî ji her çar perçeyê Kurdistanê ev civîn hat li darxistin.

Her wiha tevlêbûna wezîrê Şehîdan û Enfalan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aram Ehmed, li ser banga berpirsiyarê  komîteya karker ji bo parastina mafê Kurd  (Exter Çawedirî) cîgerê berê yê  serokê perlamana Nerwêjê, çê bû .

Tê zanîn ku berî demekê, şandeke ji perlementerên Nerwêjê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û bi tev wezîrê şehîdan û Enfaliyan ve,  serdana Helebçe ya Şehîd kiribûn û ji nêz ve  kareseta Helebçe û Enfalan ve  şopandin, ev civîna ku li perlamana Nerwêjê hat li der xistin yek ji encamên seredana şanda perlamaniyên Nerwêjî ji Herêmê Kurdistanê re ye.

Di civînê de, cigerê serokê perlamanê gotarek pêşkêş kir , her wiha ji bo ku sekna hikûmeta nerwêJê ya fermî bê naskirin di der barê cinûsayîda ku  li ser gelê Kurd pêk hatiyê de, perlementerên Nerwêjî gelek pirs ji wezîrê karê derve yê Nerwêjê kirin.

Ev civîna ku yek demjimêr dum kir, parlementerên Nerwêjî li ser mijara sekina hikûmetê ya fermî li hemberî vê qetilamên ku rêjîma El-besê li dijî gelê kurd li derxistî ye, rawestiya.

Peyama Hikûmeta Herêmê bi bona 27 salvegra karesata Enfalan


Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bona 27 salvegera karesata Enfalan bi ser glê Kurd me de peyamek da û di peyaman xwe qurbaniyên karesatê bibîrxistin, eve deqa peyamê:

Beriya nuha bi 27 salan, gelê Kurdistanê rûbirûyê mezintirîn êrîşên jênosîda ”êrîşên Enfalê” bû ku, armanc ji wan êrîşna jiholê rakirina hebûn û nasnameya neteweyî ya miletê me bû û di wan êrîşan de, tevî kavilkirina bi hezaran gund û deverên Kurdistanê, zêdetir ji 182 000 hevwelatîyên sivîl bûne qurban û şehîd bûn.

Nuha ku, em bîranîna van rojên tehil dikin, çend sal bi ser dadgehkirina berpirsên rijêma Basê a tawanbar û encamdera Enfalan de derbas dibin û ka çawa weke wezîfeyeke qanûnî û exlaqî dadgeha balaya tawanan ya Îraqê ew êrîş weke jênosîda gelê Kurdistanê nas kir, bi heman awayî wezîfeyeke niştimanî, qanûnî û exlaqî ya hikûmeya Îraqê ye bi madî û manewî tezmînatan bi rizgarbûyên wan êrîşan û malbatên qurbaniyên Enfalan bide, digel qerebûkirina jîngeh û cî û waran hevwelatiyên deverên wan hetine ber êrîşên Enfalan.

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevî ku bi berdewamî ji bona dîtina gorênbikom û anîna rufatên enfalkiriya bo cîyê bav û kalan, di heman demê de ji bona baştirkirina jiyana malbatên qurbaniyên Enfalan dixebite û ji bona bicîhanîkirina dosyeya jonosîdaya Enfalan kar dike.

Kurdistaniyên ezîz

Îro gelê me di rûbirûbûneke çarenivîsas de ye dijî êrîşên mîna êrîşên Enfalan ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve dikin ser herêma me, ji ber vê yekê gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate û aliyên siyasî ve, ji hemû deman zêdetir pêwîst bi yekdengî, yekrêzî û xweragiriyê heye,  ji bona berhingarbûn û jinavbirina xewnên terorîstan û enfalçiyan û dijminên azadî û mirovatiyê.
Em di wê baweriyê de ne ku, terorîstên DAÎŞ jî di eynî çarenivîsê berpirsên Basê û encamderên Enfalan be.
Nemirî bo canê paqij û bêtawananê kurên enfalkiriyên gelê me

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

13.04.2015

PUKmedia / KRG

 KNK: Dem hatiye ku Kurd enfalê bi yek dengî bi cîhanê bidin nasîn


Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, qurbaniyên Enfalê bibîr anîn û got; ”Dem hatiye ku kurd û Kurdistanî bi hev re enfal, ferman û hemû komkujiyên li ser gelê me hatine bi yek deng û yek pênase bi dunyayê bidin nasîn. Divê dinya, alem, netewên yekgirtî û cihana homoneter li ser vê heqîqetê bi sekinin û bi fermî weke tawanên jînosid bêne nasandin.”

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi munasebeta 27’emîn salvegera enfalê ku ji aliyê rejîma Êraqê ve li ser gelê kurd hatibû meşandin û 182 hezar kes hatibûn qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

”Ev salek din jî bi ser Enfalên reş derbas dibin. Belê va 27 sal li ser mezintirîn komkujî û jinosida dewleta Îraqê ya li ser xelkê başûrê Kurdistanê derbas bûn û hîn jî enafal û komkûjî û tunekirin ya li ser gelê me didomin.

Komkujî û qirkirina kurdan bi destê rijêmên dagîrkerên kurdistanê , di heyama sed salên bûrî de, cih û berperên taybet di diroka gelê me yê Kurdistanê de bi cî girtine. Her ji jînosîd û komkujîya Dêrsimê bigre heta Amudê, kurdên feylî,  8 hizar baarzanî û rêze komkujî yên li rojhelatê kurdistanê û heya di gehe hewên enfal û Helebce yê. Ew komkujî ya li başûrê Kurdistanê bi destê rijêma baas a dewleta Êraqê hat encam dan, ew komkujî  mezintirîn û pir êş û azartirîn a gelê kurde.  Meynetî û birînên kûr li dûv xwe hêlane, ku nêzî 182 000 mirov bi kal, pîr, jin û zarok bûn qurbanî. Bi hovanetirîn şêweyên dije mirovatî yê qetluam kirin, bi saxî bin ax kirin û gelek ji wana bi birçîtî  giyana xwe li dest dan. Ev şêwê qetluamê  mînaka wê li hemû cîhanê nebû ye. Ev hew (hemle) a komkujî yê ku li sala 1988’ê hat encamdan, Rijêma Bexda yê bi navê (ENFAL) ê nav kir. Kurd û Kurdistanî li her aliyê kurdistanê, her sal li roja 14/ 04 bi roja enfal û qurbanîyan bi bîr tinin.

Mixabin, piştî 24 salan li ser rizgarkirina başûrê Kurdistanê û xweseriyek azad, asewarên wê komkujî yê hê mayne û ew birîn bi ser vala mane. Li alî yê dadgehên nevdewletî ve jî enfal û hemû komkujîyên din yên bi dirêjîî ya dîrokê yên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatîn, weke jînosida li ser gelekî, li gor prensîpên yasayên mafên mirovan ya netewên yekgirtî ve nahatîne ser rastkirin. Her çende hewl û pêngav jêre hatîne dan. Lê bi şêwên heremekî û ne yekgirtî.

Belê î sal birîneka din li ser rîze enfalên kurd û Kurdistanîyan zêde bû. Enfal û fermana 74 an ya li ser Şengalê û komkujî ya destên reşên terorê terora DAÎŞ ê ye.

Dem hatiye ku kurd û Kurdistanî bi hev re enfal, ferman û hemû komkujî yên ku li ser gelê me hatine bi yek dosî, bi yek keys, bi yek deng û bi yek pênase bi dunyayê bidin nasîn. Ew komkujî yên han yek û yeko ji armanca jinavbirina gelên Kurdistanê hatîne encamdan, ew hewl û kiryarên dijî mirovahîyê ne û dibe dinya, alem, netewên yekgirtî û cihana homoneter li ser vê heqîqetê bi sekinin û bi fermî weke tawanên jînosid bên nasandin.

Em li kongira Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ne tenê li  roja 14’ê Nîsanê ya enfal tê bîra me, belku em her rojên salê hest bi birîn û êşên enfalan dikeyn. Herwesa ji bo gehandina wê buyerê bo raya giştî û nêvdewletî û bi jînosid nasandina enfalan, di kar û çalakiyên me da dosîyek taybet li ser xebtînê heye, bi taybetî digel yeketî ya ewropa yê.

KNK e roja enfalên başûrê kurdistan ku îsal salroja 27 emîn e, bi erkek mirovî, niştîman û neteweyî dinirxîne. Û di heman dem de gûrî û qurbanîyên enfalê ji dil û can bi bîr tîne û kes û kar û malbatên wana serferaz û pêdar dibîne û silav dike.”

KNK 14/4/2015

'Enfal karesata karesatan e'
14/4/2013

Seddam Husên li Başûrê Kurdistanê hovitiyeke mezin meşand. Navê vê hovitiya ku mirovahiyê ji xwe şerm kir Enfal e. Di Komkujiya Enfalê de hemû rêbazên dermirovî hatin bikarnanîn. Bi hezaran gund hatin wêrankirin. Di Komkujiya Enfalê de ku bênavber 7 mehan berdewam kir de bi sed hezaran kurdistanî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Bi qasî vê hovîtiyê bêdengiya cîhanê ya li hemberî vê komkujiyê mijara nîqaşê ye. Komkujiya Enfalê wekî ‘Kareseta karestan’ tê binavkirin

Enfal navê wê ji sureta heştemîn a Quranê ye û di wateya Xenîme de ye û ev peyva Enfal ji bo Xenîmeyên şer ê navbera misilman û hêzên ne misilman de 1400 sal berê di dema Hz. Muhemed de hatiye bikaranîn. Seddam ji bo komkujiyên ser kurdan rewa bike wateya Enfalê guherandiye û ew ji bo xwe bi kar aniye. Bi taybetî jî piştî belavbûna tevgera hêzên başûrê Kurdistanê ya di sala 1975’an de komkujiya li ser kurdan zêde bû. Ji salên 1975’an şûnde gundên kurdan hatin hilweşandin û şewtandin. Wê demê Serokomarê Iraqê Seddam Husên di televîzyona fermî de digot ku ‘Kesên îxaneta niştimanî ya axa Iraqê kirine me ew şandin dojehê’. Ev axaftina Seddam hişt ku komkujiya li ser kurdan zêde bibe. Di vê çarçoveyê de operasyonên qirkirinê yên bi navê ‘Enfal’ pêk hatin. Komkujiya Enfalê di 23’yê sibata 1988’an de dest pê kir û bênavber heta 27’ê îlona 1988’an berdewam kir.

Operasyonên Enfalê ji aliyê hêzên hewayî û bejayî yên artêşê, hêzên asayîş, polîs, cerdevan û hêzên îstîxbaratê pêk hatin û ji aliyê Alî Hesen Mecîdê pismamê dikatatorê berê yê Iraqê Seddam Husên ve hat koordînekirin.

Di encama van operasyonên Enfalê de 182 hezar kurd hatin windakirin û niha jî dem dem cenazeyên wan di gorên komî da tên dîtin. Kesên ku bi awayekî hovane hatin qetilkirin zêdetir zilam bûn. Her wiha jin jî heta niha vê êşa dermirovahî dijîn. Alî Hesen Mecîd ku ji aliyê kurdan wekî Alî Kîmyewî tê nasîn ji ber bikaranîna çekên kimyewî di komkujiya Helepçeyê de ji Seddam xelat wergirtibû.

Alî Kîmyewî di civîna gulana 1988’an de ya Partîya Baasê ku li Kerkûkê pêk hat de plana tunekirin û şewitandina gundên başûrê Kurdistanê bi taybetî jî herêma Germiyanê aşkera kir. Alî Kîmyewî di vê civînê da dibêje ku ‘Ji bo em planên xwe yên tunekirina kurdan serkeftî bi encam bikin divê em milyonek belavok ên bi zimanê erebî, soranî û behdînî çap bikin û li hemû qadên Başûr belav bikin. Di belavokan de em bang li kurdan bikin ku kesên bên teslîm bibin dê bên efûkirin. Heke ew vê banga me qebûl nekin û bi çekên xwe neyên teslîm nebin em ê çekên kîmyewî bi kar bînin û wan tune bikin.”

Oprasyonên Enfal bi heman şêwaza qirkirna cihûyan a li Almanyaya dema nazîyan pêkanîn , despêkê di qonaxa yekemîn da cih û kesên werin tunekirin hatin destnîşankirin û ji bo wê jî di sala 1987’an de hejmartina nufusê pêk anîn. Di qonaxa duyemîn de gundî li wargehan kom kirin û li wir bi cih kirin. Di qonaxa sêyemîn de jî hatin qirkirin û di gorên komî de zîndî hatin binaxkirin. Ajokarên dozerên ku wê demê kurd bi zindî bin ax kirin, piştî serhildana 1991’an li xwe mikur hatin û cihê gorên komî nîşanî rayedaran dan

Dewleta Iraqê ji bo cara yekemîn di 16’ê nîsana 1987’an de çekên kîmyewî di êrişa ser gundê Şêx Wesanan a herêma Xoşnawtî nêzî Hewlêrê ye bi kar anî. Dewleta Iraqê demeke dirêj bû ku dixwest vî planî bi kar bîne, lê ji ber şerê li hemberî Îranê nikarîbû bi du aliyan re şer bike. Li gorî biryara hejmara 160’an a serokatiya Partîya Baasê di 2’yê adara 1987’an Alî Kîmyewî ku hat pêywirdarkirin û di bin navê dê li Başûr aramî çêbibe dest bi hemleyên qirkirinê kirin. Alî Kîmyewî ku piştî Kerkûk ket destê serhildêran dibêje ku ‘Şêwirmendên taburên parastinê hatin cem min û min ji wan re got gundên xwe vala bikin. Ger ku hûn vala nekin ez ê bi çekên kîmyawî êrîşî we bikim’.

Piştî vê axaftinê gundiyên derdora Kerkûkê bi êrîşên hovane re rû bi rû man. Artêşa Iraqê dest bi şewitandina gundan kir. Her wiha bîr û kaniyên gundan çikandin û mal û milkên wan bi darê zorê desteser kir.

Qonaxa herî dijwar û hovane ya operasyonên Enfal qonaxa sêyemîn bû. Ji ber ku ev qonax di meha nîsanê de li herêma Germiyan dest pê kir û zêdetirî 70 hezar kesî bi awayekî hovane hatin qetilkirin û windakirin. Ji bo vê komkujiyê jî roja 14’ê nîsanê wekî roja Enfalê hat qebûlkirin. Di operasyonên Enfalê de rola herî qirêj û diwar rola cerdevanan bû. Di dema komkujiyê de cerdevanên dibin fermandariya zêdetirî 400 sercerdevan de bi awayekî çalak tevlî vê komkujiyê bûn. Cerdevan li pêşiya artêşê derketibûn nêçîra kurdan. Piraniya van sercerdevanan ku destê wan di qirkirina kurdan de ne, hîn jî li Başûr serbest digerin. Hin ji wan jî di nava partîyên siyasî de cih digirin. Balkêş e ku hemû belgeyên operasyonên Enfal piştî sala 1991’an di bin navê parastinê de birin Amerîkayê û niha hemû li kongreya Amerîkayê ne. Ev jî gelo Amerîka dixwaze rola xwe ya di qirkirina kurdan de veşêre tîne bîra mirovan.Tiştê ji Komkujiya Enfalê dijwartir pirsên bê bersiv a piştî serhildana sala 1999’an û helwesta rêveberîya Herêma Federal a Kurdistanê ye. Wextê ku mirov bi kesên ku ji vê komkujiyê xilas bûne re diaxive her tim gotina ‘Enfal didome’ bi kar tînin. Hîn jî pir kes hene ne tenê di asta navneteweyî de, lê di asta herêmî û bi giştî li Kurdistanê nizanin Enfal çi ye? Çawa çêbûye û çi encam bi xwe re aniye?

Hîn jî jinên ji vê komkujiyê rizgar bûne bi pirsgirêkên pir cidî yên derûnî, civakî û aborî re dijîn. Enfal hê jî ji bo wan girî, lorîn, kincên reş , xwîn û tarîtiyê îfade dike. Gelek jinên ku ji vê komujiyê rizgar bûn ji bo jiyana zarokên xwe bidomînin neçar man pir karên zehmet bikin. Hîn jî naxwazin bawer bikin ku kes û karên wan êdî venagerin. Di vê komkujiyê de bedena zilamên wan hatin enfalkirin û qirkirin, lê ji bo jinan jî jiyana wan hat qirkirin.

Wextê ku mirov pirsan ji wan bike li ser dema operasyonê dibêjin ‘Em çima li jiyanê hiştin. Ji bo ku em êşê bikêşin em sax hiştin’.

Armanc ne tenê kuştina fîzîkî bû, lê kuştina ruh û hebûna gelekî bû ku ji dîroka mirovahiyê re dayiktî kiriye. Enfal hîn jî zîndîye û ne guftûgo û ne lêkolînên cidî li ser nehatine kirin. Hê jî pênaseya rast jê re nehatiye kirin. Di be ku wezaratêk li ser navê operasyonê hatiye peywirdarkirin lê hîn jî ji rastiya çareserîya pirgirêkan dûr in. Hem di asta navneteweyî de û hem jî di asta hundirîn de ji bo dermankirina birîna Enfalê hê jî gavên pêwîst nehatine avêtin. Wekî ku Lêkolînerê Phîlîp Sipînser ji bo komkujiya cihûyan dibêje ‘kareseta karesetan’, lê mirov vê yekê dikare ji bo Komkujiya Enfalê bibêje.

*Azadiya Welat..NECÎBE QEREDAXÎ

14.04.2013

 

Birîna Enfalan naye ji bîrkirin


Berî 32 salan, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê rûbirûyê mezintirîn û metirsîdartirîn êrîş û operasyonên qirkirina regezî ya bi komî ku bi nave ”Enfalan” bû, di encamê de, 4500 gundên Kurdnişîn hatin kavilkirin û wêrankirin hem bi lêxistina çekên kîmyawî li Helebçe ku 5000 welqatiyên kurd ên sivîl şehîd bûn, bêhtir ji 10 hezar jî birîndar û gazî bûn û piştî mehekê jî bi awayekî din rengên opersyonan hatin guhertin û bi navê Enfalan bêhtir ji 182 hezar ji welatiyên kurd zarok, jin û kalan bi zindî hatin bin axkirin û Enfalkirin.

Pîlana Sedam û Elî Kîmyawî ya qirkirina gelê kurd

Sedam Hisên dîktetorê xwînmij ê Êraqê ku di sala 1968`an dem lawê apê xwe tawankar Elî Hesen Mecîd ku piştî kîmyabarankirina Helebçeyê ji aliyê nemir serok Mam Celal ve bi Elî Kîmyawî hat bi navkirin, ji pileya Erîf di artêşa Êraqê de ji bo pîlana jinavbirina gelê kurd bilind kir û hêdî hêdî tako di sala 1987`an de, bi wajoya dîkteorê Êraqê Sedam Hisên, Elî Hesen Mecîd pismaê xwe kir bi hakimê yekemîn û wek desthilata xwe li ser Êraqê desthilat da bi pismamê xwe li Başûrê Kurdistanê.

 Her weha dema ku Elî Kîmyawî wek hakimê Başûrê Kurdistanê hat destnîşankirin, projeya jinavbirina gelê kurd li ser sê xalên pir metirsîdar wek pîlannameyke regezperestî şovenîst pîlankirin, ji xwe re kir armanc û dest bi bi cihkirina wa projeya qirkirina regezî bi komî kir li dijî gelê kurd li ser 3 qonaxan kir, bi cî bi cihkirina pîlan û projeya qirkirina gelê kurd bi van 3 qonaxên metirsîdar ên li jêr re derbas bûn.

 Qonaxa pîlana qirkirinê…

Di qonaxa yekemîn de Elî Kîmyawî dest bi amadebaşiyên leşkerî û sîxwerî pir bi hêz kir û bêhtir ji 48 fewcên caşên kurd komkir û dest bi cihkirina artêş û caşên kurd ku bi nave Fewcên sivik dihatin naskirin di wan navçeyên ku derdora navçeyên azad ku di bin kontirola hêzên pêşmerge de bûn. Wek tê gotin ku ew tawankar di wê pîlana qonaxa yekemîn de, tev bi cih anî û ew navçeyên azad tev dorpêîkirin û ji bo qonaxa duyemîn jî dest bi amadebaşiyê kiribûn.

Her weha wek em tev dizanin ku armanc ji wan êrîşên hovane, ew bû ku êdî gelê kurd ji hole rakirina û nasnameya neteweyî ya gelê kurd bi yekcarî wunda bikin, tevî kavilkirina bi hezaran gund û deverên Kurdistanê, zêdetir ji 182 000 welatîyên sivîl ên kurd bûn ku piraniya wan bi bihaneya ku alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ne bûn qurban û şehîd bûn ku tev li deverên hişik û çul û baniyên biyabana başûrê Êraqê bi bildozer û tireksan bi zindî binax kirin.

Bêhtir ji 100 keçkên kurd ji wan malbatên Enfalkirî firoştin bazirganên kerxaneyên regezî li Misrê û hejmarek jî firoştin bi malên şah û mîrên welatên Kendavên Erebî(Farisî).

Di her salê de, di rojên mîna vê rojê de, salroja operasyonên enfalan yê di bin navê ji tawanên tawanên enfalande, ku ji aliyê rêjîma dîktetor ya rûxawî ve pêkhatiye, merasîmên bîranîn û vejandinê birêve diçin. Di hemû salvegereke karestata Enfalan de, gelê Kurd dîsan nefretê li kirdarên rêjîma Sedam Hisên yên şovenîst û malwêranî bînin.

 Enfalan rûreşia rêjîma Be`esî ya Êraqê aşkire kir û bûye mora reş li ser dîroka rêjîma xwînvexwer.

 Di hemû salekê de, ew rûreşiya rêjma rûxyî ji aliyê gelê kurd ve tê bibîranîn û bi tundî jî şermezar dikin û nefert wê dîktetoriyetê tînin.

Ew operasyonên ku pêkhatine Genocaid in

 Munzir El-Fedil ku yekek ji yasanasên herê navdar û naskirî yê Êraqê ye di derbarê karesta Enfalan de wiha dibêje,; Ew tawanên ku bi nave Enfalan li Kurdistanê li dijî gelê kurd di navbera salên 1987-1988`an de pêkhatine, ew tawanên qirkirina bi komî ye ango Cînosayide (Genocide).

 Munzir dibêje ew tawan li dijî mirovahiyê ne û ew ji tawanên cengê ne, ango ew tawan ne tenê tawanên navxweyî ne, lê di rastiyê de ew tawanên navneteweyî ne û tawanên navneteweyî metirsîdartirîn tawane û ne tenê ziyan bi wê wealtê ku tê de hatiye kirine dibe, lê ew ziyan jib o civaka navnetewayî bi giştî ye.

 Helwesta Herêma Kurdistanê ji Enfalan re

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevî ku bi berdewamî ji bona dîtina gorênbikom û anîna termên enfalkiriya bo cîyê bav û kalan, di heman demê de ji bona baştirkirina jiyana malbatên qurbaniyên Enfalan dixebite û ji bona bicîhanîkirina dosyeya jonosîdaya Enfalan kar dike. Yek ji pêngavên girîng ew bû ku roja 14-4-1988 wek roja Enfalan destnîşankir ku di hem salekê de, di wê rojê de, bîranîna kereseta Enfalan birêve diçe.

 Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya projeyên xwe xizmetekî berbiçav ji bo kesûkar û warisên enfalkiriyan hatiye kirin. Ji niha ve jî aliyên peywendîdar mijûlî amadekirina yasaya maf û imtiyazatên enfal û her weha kar jib o pesendkirina yasayeke bo zîndaniyên proseya enfalê tê kirin û bi cîbicîkirina wê yasayê jî xizmeta herî başe bo kesûkarên enfalkiriyan.

 Civata wezîrên herêma Kurdistanê

 Ji b o xwedî derketina li mafên malbatên Enfalkiriyên Germiyanê, pirsa derxistina biryarnemayên girtin derbarê rêwijakrên fewcên sivik ên beşdarî operesyonên enfalkirinê bûne di dema rêjîma Sadam ya têk çûyî de, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja pêncşemê 5 / 6 / 2014`an de, li gel serok û nûnerê dozgerê giştî li qeza Kelar civiya bû.

 Li gorî serdozgera giştî yê Germiyan Nîzar Hesen ku di civîna roja 5-6-2014`an pêkhatiye de, destgîrkirina ew kesên ku rêwijkariya fewcên sivik ên rêjîma Ba`es kirine ku hejmara wan 257 kese hate gotebêj kirin ku berê derheqê van kesan de biryara girtinê ji aliyê dadgeha ceza ya giran a Êraqê ve derketiye û da xuya kirin ku ji bo girtina van kesan bê ku cudahî di navbera bajarên Herêma Kurdistanê bête kirin perspektîfên pêwsît derketine rê.

 Her weha hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî mijara Enfalan jî, komîteyek ava kiriye tako ew komîte hemû dunya û cîhan bi operasyonên jinavirin û qirkirina kurdên Êzîdî û pêkhatên din bide nasîn ku di vê demê de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve birêve diçin.

Her wiha di civînê de gilî û dawayên malbatên enfalkiriyan û rêxistinên peywendîdar bi dosaya enfalkiriyan ve derbarê ew tewanbarên û beşdarî operesyonên enfal bûne di dema desthilatdariya dîkteror Sadam Husên de hatine gotebêj kirin û nirxandin.

 Her weha ew tiştên ku hatine biryargirtin tev di 14-4-2018`an de û di biryarê serokatiya Herêma Kurdistanê de ya jimare 13- ya sala 2008`an de ku li ser biryara jimare 2 ya sala 2018`an ku ew biryara nasandin û pejirandina Enfalan bi (Genocide). Û tawanên li dijî mirovahî û tawanên cengê ne

 Enfal li gorî dadgeha bilind ya Êraqî

 Di sala 2009`an de, derbarê hinek ji wan kesên ku destên wan di pêkanîna Enfalan de hebûn ku ew tawanên ku kirine di çarçoveya qirkirina bi komî tê (Genocide). Her weha di meha nîsana 2008`an de jî, Encûmena Nûneran ya Êraqê biryar da ku ew kiryarên Enfalan ku li Kurdistanê li dijî gelê kurd pêkhatine de, dikevin çaçoveya qirkirina bi komî (Genocide).

 Her weha encûmena serokatiya Êraqê jî di biryareke xwe de ya jimare 26 ya sala 2008`an ku roja 10-9-2018`an hatiye derxistin ku tê de wiha hatiye nivîsandin; Ew kokmkujî û qirkirinên ku di derheqê gelê kurd li Kurdistana Êraqê de pêkhatine, bi hemû pîvanên xwe ve her qirkirina bui komî ye ango (Genocide).

 Helwesta sazî û aliyên siyasî û mirovî navneteweyî ji Enfalan re

 Helwestên navneteweyî derbarê pêkanîna siyaseta qirkirinê li Herêma Kurdstanê û bi taybetî kiriyarên pir qirêj ku bi Enfal têne naskirin, ji aliyê gelek wealtan ve jî helwest hatiye nîşandan û bi taybetî piştî ku rêjêîma Sedam Hisên hat rûxandin û bi hezaran belgeh û tiştên ku diselmînin ku rêjîmê li Kurdistanê komkujî û qirkina bi komî li dijî gelê kurd birêve biriye û (Genocide) pêkaniye.

 Piştîgiriya navnetweyî bo nasandina qirkirinê li Kurdistanê

 Perlemana Skutlanda`yê komcivîneke teybet lidarxist bo, danasîna komkuija “cînosayd” a, ku li dijî gelê Kurd bi destê rêjîma Baas a têk çûyî pêk hatiye guftûgo bike.

Komcivîn li ser daxwaza Partiya Nîştimanî a Skutlandî (SNP) li darket,yê ku di perlemantoya Skutlanda a ku ji 129 perlementerî pêktê ye, xwediyê 69 perlementerî ye.

Di komcivîa perlemantoyê de, komkuijya ku rêjîma Baas, a têk çûyî li dijî gelê Kurd kiriye hate gotbêj kirin, her wiha xebat tê kirin ku ev komkujî bi fermî ji aliyê perlemana Skutlandayê ve, bi Cînosaydê bête nas kirin.

Di vê derbarê de, çalakvanê Partiya Nîştimanî ya Skutlandî Şexewan Setar, a ku li bajarê Kilasko dimînê diyar kir , ku komcivîna perlemanê, a teybet di derbarê komkujiya ku bi ser serê gelê Kurd de hatiye, bi destê rêjîma Ba`es ê têkçûyî de, serkeftî derbas bû û gelek mijarên dananasîna vê komkuijyê weku qirkirina regezî bi komî (Genocide) gotebêj kirin.

Her wiha çalakvanê Partiyê tekez kir, ku ew ê her tevger bikin e ta ku, her du tewanên Enfal kirinê û bombebarana Kîmyawî ya bi ser bajarê Helebçe ya Şehîd, weku tewanên cînosayidê (Genocide) di perlemantoya Skutlanda yê bêne naskirin.

 Helwesta YNKê derbarê Enfalan de

 Gelê kurd ti carî wê siyaseta ku operasyonên enfalan li dijî gelê Kurd pêkhatibû kok ji bîr neke, her weha çiqas nelihevî û zehmetî û xembarî hatibû holê, gelê kurd di hemû salvegerên Enfalan de û bi taybetî bi alîkariya rêxistinên YNKê tekez dike ku ew karê ku rêjîma rûxayî ya Sedam Hisên li dijî gelê kurd pêkaniye, di dîroka mirovahiyê de, pir kêm heye û ew kiryar bi qirkirina komî didin nasandin û ev jêî li gorî yasayên mafên mirovan ên navneteweyî her tawana (Genocide)ê ye..

 Her weha YNKê di hemû salvegerên Enfalan de helwest nîşan dide û soza xwe jî dubare dike, YNKê amaje bi wê yekê dike ku ew operasyonên enfalan ku li dijî gelê kurd pêkhatine, xeraptirîn tawanên di dîroka mirovahiyê de ne, di wan qirkirinên bi komî de, tevayî pîvanên jinavbirin û qirkirinê hene ku ji aliyê dadgeha tawanan ya Êraqê ya bilind wek cînosaid (Genocide) bi nav kiriye û ev vejandina bîranîna enfalan, wefadarî ye ji xwîna şehîd û rêzgirtine ji berxwedana xwedî û malbatên wan re.

Her di gelek caran de, YNKê, tîşk xistiye ser ew qirkirin û jinavbirina ku gelê Kurd ji Feylî û Barzanî û Enfal û bombekirina gund û bajarên Kurdistanê û di serî de, bajarê Helebçeyê, lê tekez dike ku ew tev bi cînosaid (Genocide) hatine binav kirin û hem ji aliyaê Parlemana Kurdistan û hem jî ji aliyê parlemana Êraqê ve hatiye pejirandin.

 Helwesta Rojavayê Kurdistanê derbarê Enfalan de

Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne, bi vê navnîşanê Serokatiya Rojavayê Kurdistanê derbarê salvegera Enfalan de şermezar kir.

Di belavokeke xwe ya derbarê salvegera kareseta Enfalan de ragihand; Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne û ew tev tijiye li nelihevî û xembarî ku gelê me li dîrokê rastî hatî tev ji fedekarî û berxwedanî ye.

 Serokatiya hersê Encûmenên Cêbicêkar yên Rojavayê Kurdistanê, belavokeke di barê salroja Enfalan de weşand ku wêneyek ji wê gihîştiye destê PUKmedia`yê ku têde hatiye ku nîştimana kurd di 14-4-2015`an de, di her salê de, dest bi vejandina salvegra ew kersatê ku bi navê Enfalan hatiye naskirin dike, ku yeke ji mezintirîn operasyonên bi tawan li dijî mirovahiyê ye di vê serdema nûh de ku rêjîma Ba`es yê Êraqê li dijî gelê me di dawiya salên heştiyan de pêkanî bû.

Her weha di wê belavokê de, dibêje; Em wek Kordînasyona Giştî ya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, vê karesetê û karê nemirovî û şovînî ku li dijî gelê me li başûrê Kurdistanê pêkhatiye, Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne

 Hêjayî gotinê ye ku Enfal ji Qurana Pîroz sûreyek e û li gorî baweriya îslamê di dema Medîneyê de, li sala duyan yê hîcretê (koç kirinê) û piştî şerê Bedirê hatiye danin. Ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva Enfal bi kurdî tê mana xenimetên şerê. Di sûreyê da ji bona misilmanan tê vegotin ku bi çi awayî û ji kê ra xenimetên şeran tên parvakirin.


Enfal ango qirkirina Kurd


Di rûpela xwe de, rawêjkarê serokkomarê Êraqê Salar Mehmûd çendîn wêneyên xwe bi malbata şehîdên enfalan re weşandiuye ku ew bi wan re bû dema ku serdana Semawê kirin û wek serpereştiyarê şandeyê bû ye.

Di rûpela xwe de, Salar Mehmûd wiha pê da çpû ye; Îro roja sêşemê 30-7-2019`an, malbatên şehîdên enfal bi serdanekê gihîştin bajarê Semawê ku ji aliyê serokatiya Êraqê ve hatibû bi rêkxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di roja sêşemê 23-7-2019`an, hilkirin û vekirina gorên bi komî bi amadebûna şandeya fermî yê wezareta şehîdan û enfalan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê û lîjneya desteya gorên bi komî li saziya şehîdên Êraqê ku yekemîn gora bi komî li parêzgeha Semaweyê li başûrê Êraqê hatibûn derxsitin û dest bi lêkolîn û lêgerînê kirin.

Malbatên şehîdan dest ji alayê xwe bernedan


Aloziuyek di navbera malbetake şehîdan û efserekî Êraqî derket.

Efserekî artêşa Êraqê rê neda bi malbatên Enfalan bi alayê Kurdistanê serdana gorên kesên xwe bikin, lê pişre bi alayê çûn serdanê û dest ji alayê xwe bernedan wek wêî efserî ji wan xwestiye..

Di wê barê de, Fuad Osman peyvdarê wezareta karûbarê Enfalan ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Kêşeyek lihevtêneghîştinek di navbera efserekî Êraqî û malbatên şehîd û Enfalan de çê bû, di encamê hat çareserkirin.

Ev rewş hîn jî di nava şovenîstên erebî de he ye.

Ev rewşa gelê kurd ê stemlêkirî ye...

Piştî ewqas stem û zordarî û serkotkirin hîn jî civaka navneteweyî bê denge û tenê temaşevan e.

Ev katjimêr ê şehîdekî Germiyanî Kurdistanî ye û ew pur ê dayîkeke Germiyanî Kurdistanî ye,.

Rêjîma Sedam ê xwînvexwer ê bidarvekirî bi alîkariya çaşên kurd 182000 welatiyn sivîl li biyabana başûrê Êraqê bi xweşî û zndî binax kiriye.

Bila tevahî cîhan li hemberî van wêne û dîmenan kûr û bê çav bibin.

Nefret li danazana mafên mirova ku ji aliyê bêhtir ji 185 welatan ve hatiye wajokrin û morkirin ku yek ji wan wlatan Êraqe her weha Tirkiyê jî ye ku niha

li Efrînê hemû xal û prensîpên danazana mafên mirovan rojane binpê dikin û pêvana mirovahiyê derbas kirine û êdî tişt li holê nema ye...

Sedam çû bi sedan Sedam hatin..

Şovenîst li her derê be, bêhne şer, ceng, têkdan, jinavbirin, Enfal, komkujî, wêrankarî û kevilkarî jê tê...

Temaşe bikin ku çawa efserekî 2 stêrkî şovenîst ê Êraqê li ser gora bi komî ya ji aliyê rêjîma Sedam ê xwînmij ve hatibûn enfalkirin, li pêş Kak Salar Mehmûd rawêjkarê serokkomarê Êraqê siviktî bi alaya kurdî dike û gefan li malbata şehîdan dixwe tako alayê ji ser milê xwe dîne, lê di encamê de, ew xwediyê şehîdan alayê dînane.

Şovenîstî alozî û neliheviyan saz dike û agir bi deran dixe, şer û ceng peyda dike û bazirganiyê bi xwîna mirovan dike.

Qonaxa Êrişên DAIŞê

Lê mixabin di 3-8-2014`an de, dîsan careke din gelê kurd kete aloziyeke din ê bê wêne ku derbasî qonaxa rûbirûbûneke çarenivîsas de ye dijî êrîşên mîna êrîşên Enfalan ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatin pêkanîn û dîsan bi ser herêma Kurdistanê û her derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê jî bûn.

Ji ber vê yekê gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate û aliyên siyasî ve, ji hemû deman zêdetir pêwîst bi yekdengî, yekrêzî û xweragiriyê heye, ji bona berhingarbûn û jinavbirina xewnên terorîstan û enfalçiyan û dijminên azadî û mirovatiyê.

Li Şengalê 5000 jin û keçkên kurdên Êzîdî revandin û tev li bazarên nehesê ya Mûsil, Til Hemîs, Holê, Şedadê, Munbic û Reqa û Baxoz û Hecînê didan firotan.

Her weha di roja 15-9-2018`4`an, dest bi êirşa mezin li dijî Kobanê jî kirin û li hemberê berxwedaniyek mezin ji aliyê şervanên YPGê û YPJê ve pêkhat û bi alîkariya hêzên pêşmerge û hevpeymana navneteweyî, ew êriş têkçû.

Lê hezar carî mixabin ku piştî têkçûna paytexta DAIŞê li ser destên şervanên ku piranî ji keç û ciwanên Efrînê bûn, opozisyona Sûrî û dewleta Tirk xwestin ku tola DAIŞê ji Efrînê rakin û di bin navê hebûna PKKê rewabûna dagîrkirina Efrînê ji xwe re saz kirin û di 18-3-2018`an de, Efrîna kurdan ku girîngtirîn cîgeha stratîjî ji bo gelê kurd bû hat dagîrkirin.

Gelê kurd di wê baweriyê de ye ku, terorîstên DAÎŞ jî di eynî çarenivîsê berpirsên Basê û encamderên Enfalan be, lê îro me ew rastiya li Rojavayê Kurdistanê dît ku çawa terorîstên DAIŞê li Baxozê li ser destên keç û lawên gelê kurd têkçûn û riswa bûn.

Di heman demê de, îro gelê kurd û tevahî karmend û bijîşkên xwe li hemberî belavbûna vîrusa Koronayê di ceng û berevaniyê de ne çi li Başûr û çi li Rojavayê Kurdistanê û çi li aliyên din ên Kurdistanê be gelê kurd wê armanca xwe bi dest bixe û wê azadiya xwe serrast bike.

Enfal û komkujî û dagîrkirina Kurdistanê lekeyeke reş e li ser eniya welatên zilhêz û bi bandor di cîhanê de ye. Enfal birîneke bê dermane naye ji bîr kirin wek çawa birîna Efrînê jî û ya Helebçe jî kok naye ji bîr kirin.

Hozan Efrînî

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket