Qedexeya li Wuhanê hat rakirin

kurdistani 12:00 PM - 2020-04-08
 Qedexeya li Wuhanê hat rakirin

Qedexeya li Wuhanê hat rakirin

Piştî 11 hefte girtin û ragihandina qedexeya hatûçûnê li bajarê Wuhanê yê Çînê, ew bajarê ku cara yekem vîrusa Koronayê lê belav bû, îro Çarşembê qedexeya çûn û hatinê li bajêr hat rakirin.

Li bajarê Wuhanê ya navenda parêzgeha Hubei a Çînê ku navenda sereke ya belavbûna vîrusa COVID-19 li cîhanê bû, niha xelk dikarin ji malên xwe derkevin, serdana cihên din bikin, hevdem biçin ser karên xwe û bazar vekirî ne,ser cadeyan tejî otomobîl bûne û xelk ji malên xwe derketine, lê hê jî tedbîrên xweparastinê cîbicîh dikin û mask û lepikan bikar tînin.

Piştî nêzîka yek meh ji belavbûna vîrusa Koronayê di Kanûna 2019an de li bajarê Wuhanê, hikûmeta Çînê 23ê Çileya 2020ê qedexeya çûn û hatinê li wî bajarî ragihand û bajar bi tevahî girt.
Li Çînê 81 hezar û 800 kes bi wê vîrusê ketin. Ji wê hejmarê 3 hezar û 333 kes mirin, lê niha li Çînê tenê hezar û 190 pêketên vîrûsê ne, lê tenê rewşa tendirûstî ya 189 kesan nebaş e.

PUKmeedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket