Terma Keçka Qazî Mihemed gihîşt welat

kurdistani 05:03 PM - 2020-04-01
Terma Meryem xanim li kelarê hat veşartin

Terma Meryem xanim li kelarê hat veşartin

Terma keçka pêşewayê Kurd nemir Qazî Mihemed ji Urdinê gihîşta axa welat û li Kelarê bi axê hat spartin.

Îro roja çarşemê 1-4-2020`an, li navçeya Kelarê ya Germiyan pêşwazî li terma pîroz a keçka Pêşewa Qazî Mihemed serokkomarê yekemîn komara Kurdistan ku di sala 1946`an de hatibû ragihandin hat kirin.

Peyamnêrê PUKmedia`yê li wir ragiahnd; Piştî bi axspartina keçka pêşewayê kurd bi axê, ji ber rewşa giştî û belavbûna vîrusa koronayê, merasîma serxweşî naye birêvebirin ku wek berheviyên hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî belavbûna vîrusa Koronayê ye.

Hêjayî gotinê ye ku Meryem Xanim keçka Pêşewayê kurd nemir Qazî Mihemed di rija 15-3-2020`an li bajarê Oman ya Urdinê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dabû, îro jî ji bo bi asipartina bi axa welat, li navçeya Kelarê a Germiyan li Başûrê Kurdistanê bi axê hat spartin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket