Hikûmeta Sûriyê jî li hember Korone dest bi tedbîran kir

kurdistani 09:50 AM - 2020-03-22
Hikûmeta Sûriyê jî li hember Korone dest bi tedbîran kir

Hikûmeta Sûriyê jî li hember Korone dest bi tedbîran kir

Fermandariya Artêşa Sûriyê ragihand, ku ji bo rêgirtina li ber balavbûna vîrusa Korona di nava artêşê de, wan dest bi standina tedbîrên xwe kirine. Hikûmeta Sûriyê jî dest bi cîbicîkirina hin tedbîrên ji bo xweparastina ji Koronayê kir.

Fermandariya Artêşa Sûriyê eşkere kir, ku wan kombûnên di nav artêş de qedexe kirine û rênimayên tendirustiyê di nav leşkeran de belav kirine,ji bo tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê, hikûmeta Sûriyê çend biryar derxistine ku ji sibe Yekşemiyê ve dewama wezaretan û hemû dezgehên girêdayî hikûmetê were rawestandin.

Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê SANA, tenê dewama wan dezgehan dê berdewam be, ku rasterast pêwendiya wan bi sektora xizmetkirina welatiyan heye, herweha li gor wê biryarê, hemû bazar û çalakiyên rewşenbîrî û civakî têne girtin û rawestandin, û tenê dê dukanên madeyên xwarinê û dermanxane û navendên tendirûstiyê vekirî bimînin.

Herwiha bo yekem car di dîrokê de, mizgefta Umewî ya Şamê ku mizgefteke dîrokî ye, deriyên xwe girtin û êdî nimêj tê de hate qedexekirin.
Heta niha hikumeta Sûriyê tekez dike, ku ti kes li wî welatî bi vîrusa Koronayê neketiye.


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket