Malbenda Şarezûr a YNKê bangwaziyek da

kurdistani 10:28 PM - 2020-03-15
.

.

Salvegera komkujiya Helebçeyê ji ber Koronayê wek caran bi rêve naçe.

Li parêzgeha Helebçeyê salvegera 32`mîn ya karesta kîmyabaranê ji ber rewşa vîrusa Koronayê wek pêngavek ji bo parastina berjewendiyên giştî, wek caran naye li dar xistin..

Di wê barê de, Wezîrê karûbarê Enfal û pakrewanan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragiahnd ku wê merasîma salvegera komkujiya kîmyabaran Helebçeyê li darxin.

Li gor daxuyaniya malbenda rêxistinên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku 32`mîn salvegera komkujiya Helebçeyê wê di roja 16-3-2019`an de bi danîna tace gulan bê bi bîranîn û wek salên derbasbûyî ji ber vîrusa CORONAVIRUS-19 wê aheng û komcivînên mezin neyên lidar xistin..

Di axivtina xwe ya ji PUKmedia`yê re Mehmûd Salih dazanîn ku wê di merasîma îsal de, gelek çalakiyên cur bi cur birêve biçin, wek semînar û civîn û rûniştinên danûstandin û gotûbêjkirinê li ser ew kereset û buyerên hovane ku di derheqê gelê kurd de pêkhatine de bêne lidarxistin.

Ji bo malbata pakrewanan ên serbilind û ji bo welatiyên Helebçe û Şarezûrê ên qedirgiran malbenda YNKê daxuyaniyek da ku wek caran salvegera Helebçeyê naye kirin.

Di belavokekê de ku bi boneya 32 salvegera lêdana kîmyawî ji aliyê rêjîma Bas a ruxayî ve li dijî vîna gelê kurd a azad, malbenda rêxistinên YNKê a Şarezûr di belavoka xwe de aşkire dike ku rêjîma Êraqê dest bi tawanên jinavbirina gelê me kir û bêdengiya piraniya welatên cîhanê wek destekdayînek bû, lê di heman demê de, Êranê pêşwazî li deh hezaran penaberên me kir û alîkr bû heya ku zelalkirina wan tawanên rêjîma Bees jî û bi hezaran birîndar jî li xwe girt.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket