Li DYA‘yê rewşa awarte hate ragihandin

kurdistani 09:30 AM - 2020-03-14
Li DYA‘yê rewşa awarte hate ragihandin

Li DYA‘yê rewşa awarte hate ragihandin

Duh Serokê DYA’yê Donald Trump ji ber vîrûsa Koronayê (Covîd-19) li seranserê welêt rewşa awarte ragihand.

 Donald Trump berî çend roja vîrûsa Koronayê weke şewbeke demsalî danû nîşan kirin,li Qesra Spî bi daxuyaniyeke çapemeniyê de rewşa awarte ragihand, destnîşan kir ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine jêrî 1300 nexweşin û dorî 30 kes jî jiyan ji dest dane. Lê ji ber sînordarkirina testan tê texmînkirtin ku hejmara rast hê zêdetir bin. Di raporeke ku roja Pêncşemê pêşkêşî Senetoyê hate kirin de hatibû ragihandin ku li welat wê vîrûs belavî 150 milyon kesî bibin. Rayedarên eyaleta Ohîo jî diyarkirin ku tenê li vê eyaletê dibe hejmara kesên bi vîrûsê ketibin 100 hezar bin.


PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket