Rûsiya; Tirkiye li Efrînê Turkmanan bi cih dike

kurdistani 05:36 PM - 2020-03-03
.

.

Rûsiya dibêje ku Tirkiye li Efrînê Turkmanan bi cih dike û guhertina demografîk bi cih tîne.

Li gorî raporteke Navenda Lihevhatina a Rûsiyayê li Sûriye tê de hatiye ku niha li devera Efrînê bêhtir ji 250 hezar kurd bi darê zorê ji aliyê Tirkiyê ve hatinwe koçber kirin û bêhtir ji 50 hezar kes ji Idlibê derbasî Efrînê kirine tako guhertina demografîk bi cih bike.

Di belavoka xwe de, Navenda Lihevhatina Rûsî aşkire dike ku Tirkiyê bi awayekî kokî dest bi guhertina demografîk kiriye û li cihê kurdan tev turkman bi cih kiriye.

Her weha di wê barê de, parêzerê kurd Aledîn Kalo di rûpela xwe ya Facebookê de aşkire dike ku Rûsiya bi destê ku Tirkiye dêşîne girtiye û dibêje ku Tirkiyê ew cihên ku kurd jê derxistine, Turkmanan dixe cihê wan.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket